Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin 2018-11-01 13:05:46   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da û got: “Rihê berxwedanê tu carî neyê girtin.”   Li Êlihê, duh piştî binçavkirina Hevserokê HDP’ê yê bajêr Nîzamettîn Toguç û endamên partiyê, Hevşaredarê Êlihê yê ji peywirê hatibû durxistin Sabrî Ozdemîr jî hat binçavkirin.   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li ser hesabê medya civakî bertek nîşanî binçavkirinê li Êlihê da û got: “Gelê Êlihê li dijî binçavkirin û zextan di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin dan û di hilbijartina herêmî de hîn bi hêztir dê zordestiyê têk bibe. Rihê berxwedanê tu carî neyê girtin. Em rêhevalên xwe yên Êlihê silav dikim.”