Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe 2018-11-03 13:42:06   ENQERE – Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê pirsên me bersivand û got: “Me di dizanibû kî di lîsteya Darbeya 4’ê Mijdarê de bê girtin heye. Ji bo pêşîlêgirtina tasfiye û belavbûnê me hepsê da ber çavê. Vebijêrkek din tune bû. Ya teslimiyet an jî berxwedan hebû.”    Girtina hevserokên giştî û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 4’ê Mijdara 2016’an de pêk hat wek “Darbeya 4’ê Mijdarê” di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de pênasekirin. Bi ser vê ser vê operasyonê re 2 sal derbas bûn. Di heman rojê de 12 wekîl hatin binçavkirin. Ji 12 wekîlan 9 wekîl hatin girtin. Hevserokê Giştî yên HDP’ê yên wê demê  Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê yê wê demê Îdrîs Baluken, parlamenterên HDP’ê Abdullah Zeydan, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Leyla Bîrlîk, Nursel Aydogan û Selma Irmak hatin girtin. Ji wê rojê ve pêla operasyon û girtinê ya bênavber li dijî rêveber û endamên HDP’ê didome. Li gel hemû astengî û girtinan jî HDP’ê xebatên xwe yên siyaseta demokratîk didomîne û carek din di hilbijartina 24’ê Hezîranê benda hilbijartinê tarûmar kir û wek aktorek girîng di Meclîsê de cihê xwe girt.    Hevserokê berê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin têkildarî salvegera girtina xwe û hevrêyên xwe bi rêya parêzerên xwe pirsên ajansa me Mezopotamyayê bersivand.     ‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ VEGUHERANDIN PÊVAJOYA ESKERIYÊ’    Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser salvegera operasona li dijî wan pêk hat û got: “Bêguman viya dikarim bêjim. Dêstpêka pêvajoya darbeya 4’ê Mijdarê ji xerakirina Mutabakata Dolmabahçeyê ya ji aliyê AKP’ê tê. Pişt re bi Nîsana 2015’an bidawîkirina hevdîtinên li gel birêz Ocalan re bandora xwe li ser geşedanên siyasî ya Tirkiyeyê ya heta îro kir. AKP bi pêvajoy çareseriyê xwest tsfiyeya gelê kurd bixe dewrê û vê konseptê xist dewrê. Jixwe ev yek di ‘Plansaziya Têkbirinê’ ya civîna MGK’ê ya di cotmeha 2014’an de jî xwe da der. Di çarçoveya vê planê de bi mantiqê ‘çareseriya eskerî’ starta operasyona xerakirina her deverî dan. AKP dît ku di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de têk çû. Neçar ma ku demildest vê planê li dijî serkeftina HDP’ê bixe dewrê. Pişt re dest bi pêkanînan kirin. Her roj li ser qedexeya derketina derve û êrîşa li dijî qadên jiyana sivîlan û hilweşandina bajaran bi awayek hov pêk anîn. Hema bêje hemû rayedarên eskerî yên fermana hilweşandina bajaran dan di nav hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de cih girtin. Hat dîtin ku ew hilweşandin ji aliyê desteka hiqûqî-siyasî ya AKP-MHP ve pêk hatiye. Hem xwestin kurdan bipelçiqînin û hem jî xwestin cihên qadên jiyanê yên ku di asta herî jor de xwedî li vîna HDP’ê derdikevin tune bikin. Xwestin van navendên me ku deng didan HDP’ê koçber bikin û bêmirov bihêlin. AKP bi van pêkanînên li dijî kurdan dîtbariya ku nikare welat birêve bibe da û şertên hewldana darbeya leşkerî amade kir. Bi desteka AKP û MHP ewil xwestin ji kurdan xelas bibin û pişt re jî ji AKP’ê.    HEMÛ PÊŞDÎTINÊN OCALAN RAST DERKETIN    AKP û serokatiya xwe van geşedanan rast nexwendine. Di polîtîkaya hundirîn de dost û dijminê xwe ji ferq nekirine. Hemû pêşbîniyên Birêz Ocalan ên dema hevdîtinên çareseriyê li ser vê rewşa Tirkiyeyê rast derketin û hemû Tirkiye neçare berdêla vê fatûreyê bide.    DARBEYÊ JI BO GIRTINA ME KIRIN FIRSET    Rakirina destnedayîna me jî di Gulana 2016’an de di atmosferek wiha û pêvajoyek lîncê de pêk hat. Di esasê xwe de girtina me bi tu awayî nedidan ber çavên xwe. Ji bertekên dê derketina ditirsiyan. Lê piştî rakirina destnedayînê du meh şûn ve hewldana darbeyê pêk hat û derfeta girtina me da AKP’ê. Li gel ku bi awayek vekirî HDP û kurd li dijî darbeyê sekinîn jî hevkariya AKP-MHP hewldana darbeye ji xwe re kirin firset. Xwestin dest bi tasfiyeya HDP’ê bikin. Şev nîvê şevê bi ser malê 12 wekîlan de girtin û adeta dest bi revandina me kirin.”   ‘ME DIZANIBÛ WÊ KÎ BÊ GIRTIN, LÊ ME GAV NEAVÊT PAŞ’    Demîrtaş destnîşan kir ku şeva ku bi ser malên wan de hat girtin ew ji her tiştî re amade bûn û wiha got: “Pêkanîna vê operasyonê di kulîsên Enqereyê de dihat axaftin. A rast armanca wan ew bû; em hemû birevin derveyî welat û rêveberiya HDP’ê ya mayî jî ji hev belav bikin. Me jî xwest berdêla wê çi dibe bila bibe em HDP, vîna gelê her çiqas di hepsê de be jî biparêzin, tasfiye û belavbûnê asteng bikin berdêla wê heps be jî me da ber çavê xwe. Di eslê xwe de li ber me ji bilî vê vebijêrkek din tune bû û ya teslîmyet û ya jî berxwedan. Helbest jî me wek gelê xwe tişta rast li ber xwe dayînê dît.  Navê lîsteya yên dê bên girtin jî di kulîsan de derbas dibû. Ya rast hêjayî gotinê ku mirov bibêje, navê hevalê me Îdrîs Baluken di lîsteyê de tunebû. Tişta ku me dizanibû hevala me Burcu Çelîk di lîsteyê de hebû. Jixwe hevala me Burcu jî demek şûn bi awayek dij hiqûqî hat girtin û bi darizandinekê ceza lê birîn. Hevalê me Îdrîs şeva 4’ê Mijdarê çû navenda me ya giştî û înîsiyatîfê girt ser milê xwe. Sekna xwe ya bi biryar da nîşandan. Pişt re wî jî li lîsteyê zêdekirin. Pişt re cezayên giran li wî jî ferz kirin.”    MA / Bêrîvan Altan