Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye 2018-12-01 17:05:03 MÛGLA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Mûglayê de axivî û got: “Leyla Guven a 24 rojin li Girtîgeha Amedê di greva bîrçîbûnê deye, li dijî zilmê nûnera barxwedan û pêşanga gelên Kurd û Tirkiyeyê ye.”  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûgalayê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çanda Gazî Mûstafa Kemal pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Parlementera Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Parlementerê Şirnexê Hasan Ozguneş, Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê û endamên Meclîsa Partiyê beşdarî kongreyê bûn. Pankartên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila biryara DMME bê bi cih anîn” bi salon kongreyê ve hatin kirin.  Hevserokên Bajêr Fatoş Ay û Yûsûf Uludag axaftina vekirinê ya kongreyê kirin û peyamên berdewamkirina têkoşînê dan.     'DESTHILATDAR ÊDÎ JI PÎVAZA HIŞK JÎ DITIRSE’   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, dûre axivî û wiha got: “Berî her tiştî ez ji bo welatiyên Bodrumê yên ji ber lehiya rabû zirarek mezin dîtin dibêjim derbas bûyî be. Ez bang li hikûmetê dikim ku dimildest mexdûriyeta welatiyan darbas bike. Tirkiye dinava rêya demokrasî û faşîzmê de  ma ye. Li aliyekê daxwazên gelên bindest ên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê heye û li aliyê din jî, tifaqa AKP û MHP’ê ya dixwaze faşîzmê li welat balev bike û li ser vê temenê xwe dirêj bike heye. Hikûmeta AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 16 salan de, ev welat tim ber kaosê û zinaran ve bir. Ji ber krîzên aborî, civakî û demokrasiyê Tirkiye ketiye nava kaosek mezin. Ji bo ku vê krîzê veşêrin û pêşiya bertekên civakê bigirin, li her derî polîtîkayên zilmê, zextan û êrîşan bi rêve dibin. Ev desthilatdar ditirse ku civak xwe bi rêxistin bike. Ji ber ku ev desthilatdar naxwaze gelên Tirkiyeyê bên cem hev, gelên Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bike polîtîkayên tirsandinê birêve dibe. Desthilatdar ji tirsa xwe vê yekê dike. Êdî wisan bûye ev desthilatdar ji pîvaza hişk jî ditirse.”   'GELÊN TIRKIYEYÊ DÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'   Buldan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî û wiha got: “Bila AKP’ê vê yekê baş zanibe tu caran Kurdan winda kiriye. Ligel hemû bêmafî, bêhiqûqî û bêedaletiyan jî, jiyana xwe tim berdewam kiriye. Îro bi sedan siyasetmedar, ronakbîr û zarok bi dayînên xwe re di girtîgehan dene. Hevalên me weke rehîneyan digirin. Îro heval me Leyla Guven ev 24 rojin li Girtîgeha Amedê bendena xwe ji greva bîrçîbûnê  re razandiye. Leyla Xalît çawan ku sembola berxwedana gelê Fîlîstînê ye, îro Leyle Guven jî li dijî zilmê nûnera barxwedan û pêşanga gelên Kurd û Tirkiyeyê ye. Guven ji bo tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bê rakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, di heman demê hemû gelên Tirkiyeyê hatine tecrîd kirin. Li vî walatî pêvajoyeke aştî û muzzakereyê hat jiyîn. Lê desthilatariyê ev pêvajo bi dawî kir, tecrît girantir û şer da dest pê kirin. Lê ligel hemû polîtîkayan jî em baş dizanin ku gelên Tirkiyeyê dê tecrîdê bişkînin.”   'HÛN DEMÎRTAŞ BERDIN'   Buldan, behsa biryara DMME ya berdana Selahattîn Demîrtaş jî kir û wiha bilêv kir: “Biryara DMME ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş hiqûqiye. Girtina Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên siyasetmedar siyasiye. Em bi awayekê vekirî dibejin hûnê Selahattîn Demîrtaş berdin. Hûnê wî azad bikin. Hûn neçarin ku biryara DMME nas bikin. Ji ber ku we peymana wê îmzekiriye. Emê li dijî edaleta we, di qada navneteweyî de têkoşîna xwe mezintir bikin.”   'KA LI HEMBERÎ AMEDÊ SOYLU DERBIXIN'   Buldan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hilbijartina herêmî ji bo me girîng e. Ehbet rojekê dê derkevin pêşberî darazê û gel dê ji wan hesap bipirse. Ger ku cesareta we hebe, hûnê li hemberî gelê Amedê Suleyman Soylu derbixin pêş. Erê Tayîp Erdogan çima hûn ji bo Şaredariya Amedê nabin namzet? Ma hûn tenê Enqerê, Stenbol û Îzmîrê difikirin? Ev dê di 31’ê Adarê de hesap bidin. Em ê qeyûmên li şûna hevşaredarên me yên Amed, Colemêrg, Wan û Êlihê hatin tayîn kirin, yek bi yek bişînin Enqerê. Emê bi hevkariya hêza gelên Tirkiyeyê re, têkoşîna hevpar binivîsinin.”   Piştî axaftinan  rapora faaliyet û aboriyê hat xwendin. Dûre ji bo Hevserokên HDP’ê yên Mûglayê Belgîn Koç û Yilmaz Yuksel hatin hilbijartin û kongre bi coşek mezin bi dawî bû.