Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye 2018-12-02 09:09:02   AMED - Parlementerê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku têkoşîna ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, di asasê xwe de têkoşîna ji bo aştiyê ye û got: "Ji bo astengiyên li pêş azadiyê rabin, ji bo aştî, edalet û demokrasiyê divê dawî li tecrîdê bê."    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 25'an de ye. Her wiha çalakiyên ji bo piştevaniyê yên li girtîgehên Tirkiye û herêmê tên kirin jî didomin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê û girtiyên siyasî nirxand.    Mizrakli, bilêv kir ku Guven hatiye ragirtin û li gorî Qanûna Bingehîn ev yek sûc e. Mizrakli got: "Rejîma yekzilamî naxwaze pirsgirêka kurd bibîne. Bi awayekî dîtir rejîm girtiyê pirsgirêka kurd e. Bi vê xwest kurdan bigire, lê belê bi vê ew hatiye girtin." Mizrakli, bi bîr xist di pêvajoya çareseriyê de aştî xurt dibû, lê belê îktîdarê mase qelibandiye û got: "Ev rewş pergalê jî teng kiriye û bû sedema krîza li welat."    'TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA JI BO AŞTIYÊ YE'   Mizrakli bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û têkoşîna ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê tê kirin, di asasê xwe de têkoşîna ji bo aştiyê ye û got: "Ji bo astengiyên li pêş azadiyê rabin, ji bo aştî, edalet û demokrasiyê divê dawî li tecrîdê bê."     Mizrakli, bilêv kir ku Guven bi çalakiya xwe peyameke girîng dide civakê û HDP xwedî li vê çalakiya Guvenê derdikeve. Mizrakli AKP'ê wekî partiya Erdogan pênase kir û got: "Ew partî êdî ketiye çiravê. Di nav vê çiravê de her ku dilebite bêtir noq dibe. Welatekî bi biryarên yekzilamî hatibe girêdan wê tim ber bi tengasiyê ve biçe."    ‘BIRYARA MIROVÊN SONDXWARÎ NE'    Mizrakli diyar kir ku divê çalakiya Guvenê bêtir berbelav bibe û ji bo vê jî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên wê HDP li dar bixe. Mizrakli destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd mirov bedena xwe ber bi mirinê ve dişînin û got: "Divê ev yek wekî helwesta mirovên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd sond xwarine bê dîtin."    Her wiha Mizrakli bal kişand ser tenduristiya Guvenê jî û got: "Tumora Guvenê heye. Di warê tenduristî de pirsgirêkên wê hene. Hay ji van pirsgirêkên xwe heye. Her roja derbas dibe ji bo tenduristiya wê talûke ye." Mizrak, anî ziman ku berê tenduristiya Guvenê xirabtir bibe divê daxwazên wê pêk bên.    Mizrakli, anî ziman ku ji bo dawî li tecrîdê bê divê civak bi berpirsiyarî tev bigere û got: "Ya Guvenê da destpêkirin qîrînek e. Divê mirov li ber vê qîrînê guhê xwe negire, çavê xwe veke û bibe bersiv."    MA / Mehemt Şah Oruç