Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê 2018-12-03 10:59:39 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de 10 parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê dikin. Dîsa li hemû bajarên HDP wekîl bijartiye dê grevên birçîbûnê dest pê bikin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Li Mêrsînê duh li dijî tecrîdê û bo piştgiriya Guven 10 endam û rêveberên partiyê di çalakiyê de bûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. HDP bi bayê beze bersiva binçavkirinan da.   HDP biryar girt kul i dijî binçavkirina endam û rêveberên xwe dê çalakiya greva birçîbûnê berbelav bikin û bi vî awayî bersiv bidin.    Di vê çarçoveyê de li gorî plansaziyê di qonaxa ewil de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de 10 wekîlên HDP’ê dê li Meclîsê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dest pê bikin.    Çalakiya greva birçîbûnê dê roja sêşemê piştî komcivîna HDP’ê ya li Meclîsê dest pê bike û 2 rojan dewam bike.    LI HEMÛ BAJARAN SEFERBERΠ   HDP’ê giştîname ji hemû rêxistinên xwe re şand ku 3 rojan dest bi çalakiyên greva birçîbûnê bikin. Rêxistinên bajaran ên amadekariyên xwe bi dawî kirin îro dest bi çalakiyan dikin. Rêxistinên bajaran ên xwe amade dikin jî dê ji 4’ê mijdarê şûn ve dest bi çalakiyan bikin. Her wiha li hemû bajarên HDP’ê parlamenter jê bijartiye jî dê çalakiyên greva birçîbûnê bên destpêkirin.    Têkildarî van plansaziyan Maseya Krîzê hat avakirin.