KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne 2018-12-03 15:23:50   AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn ji bo pêdiviya gelan şexsiyetekî dîrokî û girîng e. Ozturk hikûmeta AKP'ê hişyar kir û got: "Em carek din bang li Hikûmeta AKP'ê dikin ku tecrîda mutlak bi dawî bikin û polîtîkayên ku pêşeroja gelan tarî dike bi dawî bikin. "    Kongreya Civaka Demokratik (KCD), bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrida Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji 8'ê Mijdarê ve ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger, li Buroya Îrtîbatê ya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Saliha Aydeniz û Musa Farisogullari û endamên Dîwana Serokatiya KCD'ê amade bûn. Li ser navê KCD'ê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî da. Turkdogan, ewil bang li gelên Tirkiye, cemaweriya navneteweyî, partiyên siyasî yên demokratîk, Nûnerên rêxistinên demokratîk rewşenbir û nivîskaran kir û xwest hestiyar û hişyar tev bigerin û guh bidin çalakiya wan. Ozturk, anî ziman ku niha li Rojhilata Navîn hêzên hegemonik û dewletên mêtînger û paşverû hewl didin axê li hev parve bikin û kirine qada Şerê 3’emîn ê cîhanê. Ozturk, anî ziman ku ji 2014'an û şûnde şer dest pê kiriye û ev şerê ku test pê kiriye her ku diçe mezin û belav dibe û wiha got: "Hêzên hegemonik ên cîhanê û dewletên paşverû bi destê DAİŞ û pêkhateyên wan axa herêmê kiriye gola xwînê. Dixwazin rojhilata navîn ji nûve saz bikin. Hêzên emperyalîst û mêtînger hewl didin vîna gel bişkînin û gel li gorî xwe bi rêve bibin. Di vê pêvajoya ku dixwazin Rojhilata Navîn li gorî xwe xêz bikin, naxwazin vîna gel bê dîtin.    ‘OCALAN PÊŞENGEKÎ DÎROKÎ YE'   Ozturk, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Brêz Ocalan di milê dîtin, dîrok, fikr û perspektîfan kasayetî û pêşengekî dîrokî ye. Kesekî ku pêdiviya gelê Rojhilata Navîn jê heye ye. Birêz Ocalan li dijî şerê hegemonîk ê Rojhilata Navîn, projeya aştiyane û demokratîk pêş xist. Ji bo vê yekê pêvajo pêş xist. 40 salin pirsgireka kurd nehatiye çareserkirin. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, divê gavên demokratîk bên avêtin. Birêz Ocalan di Newroza 2013'an de nameyek çareseriya aştiyê ya ji bo hemû gelan parve kir. Piştî Birêz Ocalan ev pêvajo da destpêkirin aştî, aramî, gavên demokratîk hatin avêtin."    ‘MUDAXALEYÎ PÊVAJOYA AŞTIYÊ KIRIN'   Ozturk polîtîkayên AKP'ê yên şer jî rexne kirin û wiha got: "AKP'ê mudaxaleyî pêvajoya demokratikbûnê û aştiyê kir. Ji 2013'an û şûnde Dewlet û AKP'ê bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ji 1999'an heta niha li ser Ocalan tecrîd  heye. Tecrîda heyî piştî 5'ê Nîsana 2015'an kirine tecrida mutlaq. Piştî tecrîda mutlaq pergala Îmraliyê vegeriya ye pergala îşkenceyê. Bi vê yekê re li şûna aştî, demokrasiyê polîtîkaya şerê taybet ketiye meriyetê. Hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên tecrîda mutlaq re armanc dike ku hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo aştî, demokrasî û yekîtiya gelên li Rojhilata Navîn asteng bike.    ‘PARASTINA AZADIYA OCALAN'    Ozturk, asta herî jor a înkar û imhaya gelan tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan e. Bi vê yekê înkara hebûna gelê me armanc dike. Li dijî siyaseta demokratîk û siyaseta kurdan, komkujiya siyasî pêk tê. Bi operasyonên siyasî û tecrîda mutlaq vê yekê dixin meriyetê. Parastina Ocalan dijderketina tecrîda mutlaq e. Parastina Azadiya Ocalan parastina azadiya gelan e. Parastina aştî û azadiya gelan, demokrasî û edaletê ye. Parastina gelên Rojhilata Navîn e."    HEVSEROKA ME GUVEN BANGA ME Û BERPIRSIYARIYÊ KIRIYE   Ozturk, da zanîn ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi vê çalakiyê bang li hemû kesên xwedî wîcdan, gel, nûnerên rêxistinên demokratîk û aştîxwaz kir ku erk û berpirsiyariyê bidin ser xwe û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Hevseroka me li diji tecrîda mutlaq dest bi grevê kiriye. Bi vê çalakiyê bang li raya navneteweyî û neteweyî kiriye ku xwedî hestiyar tev bigerin. Xwestiye civaka navneteweyî di li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bikin. Bi vê çalakiya xwe xwestiye nîşanî hemû cîhanê bide ku heta ev zilma herî mezin a cîhanê Pergala Îşkenceya Îmraliyê neyê şikandin, têkoşina demokrasî û azadiyê pêş nakeve. Ji bo vê rastiyê bide xuyakirin bedena xwe feda kiriye û ketiye rojiya mirinê. Xwestiye vê yekê nîşanî civaka Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn bide. Vê çalakiyê û tecrîda heyî, têkoşîna li dijî tecrîdê li gelê me, rêxistinên sivîl û demokratîk, partiyên siyasî û demokratîk, pêşengan, nûnerên rêxistinan û hemû kesên xwedî wicdan û ehleq ferz kiriye. Çalakiya Leyla Guven xwedî wateyek dîrokî ye û girîng e. Piştî çalakiya Hevesroka me, di 27'ê Mijdarê de li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyên azadtiyê li diji tecrîdê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirine. Ev me bêtir hişyar dike. Daxwazên Gunen daxwazên me ne û em li daxwazên wê xwedî derdikevin. Em bang li Dewlet, Hikûmeta AKP'ê, DMME, CPT  û hêzên navneteweyî dikin ku erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin û bi lez vê tecrîdê bi dawî bikin.    Em dîsa binçavkirina endam û rêveberên HDP'ê yên li Mêrsînê ketin grevê û hatin binçavkirin şermezar dikin. Em ji AKP'ê dixwazin bi lez dest ji van polîtîkayên xwe berde. Em ji gelê xwe jî dixwazin ku li çalakiyan xwedî derkevin."