Çiftyurek: Li hemberî êrîşan em helwesteke hevpar nîşan bidin 2018-12-15 09:08:01 AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, bertek nîşanî amadekariyên êrîşan ên li hemberî Rojavayê dan û bang li partiyên kurdan kir û got: "Êrîşên derveyî sînor kî dike bila bike, lê divê em li hemberî van êrîşên neheq û bêhiqûqî helwesteke hevpar nîşan bidin. Îro divê hem kêfxweşiya me hem jî şîna me yek be."  Çend roj berê Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ew ê çend roj şûnde li hemberî Sûriyeya Bakur oeprasyonê bidin destpêkirin. Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ku berê navê partiya wî Partiya Azadî û Sosyalîzmê bû lê di 17'ê Mijdarê de navê wê guherand û kir KKP, bertek nîşanî daxuyanî Erdogan da. Çîftyurek ji bo vê bang li partiyên kurd kir û got: "Êrîşên derveyî sînor kî dike bila bike, lê divê em li hemberî van êrîşên neheq û bêhiqûqî helwesteke hevpar nîşan bidin. Îro divê hem kêfxweşiya me hem jî şîna me yek be."    Çîftyurek, diyar kir ku demeke dirêj e Tirkiye hewl dide Rojavayê dagir bike û Tirkiye naxwaze li Rojavayê avaniyeke wekî Herêma Kurdistana Federe çêbibe. Çîftyurek, anî ziman ku ji ber vê Tirkiye gefan li Rojavayê dixwe û got: "Ji yekîtiya xwe dtirse. Polîtîkaya biratiyê bi rê ve dibe, lê mafên kurdan ên qanûnî nade. Em jî dibêjin, em vê biratiyê naxwazin a ji we biratiya we."    'DEMA ÎTIFAQÊ YE'    Çîftyurek, destnîşan kir ku wê pirsgirka kurd bi çêkirina dîwarên li ser sînoran çareser nebe û bal kişand ser dîwarên li rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê hatine çêkirin. Çîftyurek got: "Wê bi çêkirina dîwarên li sînorên Kurdistanê tu carî nikaribin rê li hîsiyata çandî, dîrokî û siyasî ya gelê kurd bigirin. Loma Tirkiye ji xwe ditirse." Çîftyurek bal kişand xebatên ji bo yekîtiyê yên partiyên kurd jî û got: "Em bawer dikin ku êdî dem dema îtifaqê ye. Komara Tirkiyeyê dixwaaze bi awayekî neheq û bêhiqûqî Rojavayê dagir bike. Hûn bi kîjan mafî vê yekê dikin? Dibe hûn xurt bin, lê wê çi bi dest we biekve? Bi qasî serê derziyê jî zirara Rojavayê ji bo Tirkiyeyê tune ye."    Çîftyurek, anî ziman ku gelê Rojavayê ji bo pêşeroja xwe tev digere û got: "Bi tu awayî Rojava dijminahiya Tirkiyeyê nake. Rojava ji bo dostaniyê amade ye destê xwe dirêj bike. Divê Tirkiye ne bi çekan gefan li Rojavyê bixwe, divê destê xwe ji bo dostaniyê dirêj bike." Çîftyurek bang li partiyên kurd kir û got: "Ger em îro nebin yek îjar em ê kengî bibin yek. Pêşî divê Rojava û başûr nêzî hevdu bibin. Divê îktîdara navbera xwe deynên hêlekê. Divê bibin yek. Divê partiyên Kurdistanî jî bêtir bibin xelek. Em desteftiyan li destkeftiyên xwe zêde bikin. Êrîşên derveyî sînor kî dike bila bike, lê divê em li hemberî van êrîşên neheq û bêhiqûqî helwesteke hevpar nîşan bidin. Îro divê hem kêfxweşiya me hem jî şîna me yek be."    Her wiha Çîftyurek bal kişand ser têkoşîna kurdan a li hemberî DAIŞ'ê jî û ji bo vê bang li hemû gelên cîhanê kir û got: "Bi Pêşmergeyên xwe, bi YPG'ya xwe, HSD'ya xwe rûmeta gelan bû. Çima niha hûn kurdan bi tenê dihêlin? Wexta mesele kurd bin û her 4 dewletên dagirker bibin yek û raya cîhanê li hemberî vê xwe li bêdengiyê deyne, nexwe divê em lêpirsîna wijdanê cîhanê bikin."