Heyeta PSK'ê serdana HDP'ê kir 2018-12-17 16:31:00   ENQERE - Cîgirên Serokê Giştî yên PSK'ê, serdana HDP'ê kir û giringiya yekîtî û hevgirtina kurdan anîn ziman.    Cîgirên Serokê Giştî yên Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Alaattîn Aras, Celal Yildiz û Hecî Hesen Tuzcu, ji ber zextên di demên dawî yên li ser HDP'ê serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kirin. Heyeta PSK'ê ji aliyê Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayyîp Temel ve hatin pêşwazîkirin.    Di serdanê de, şandeya PSK'ê ji ber cezaxwarina Selahattîn Demirtaş û zextên li ser parlamenterên HDP'ê, zextên li ser rêxistinên bajar û navçeyên HDP'ê, piştgirî û piştevaniya xwe pêşkêş kirin. Di serdanê de hat gotin tifaqa AKP-MHP'ê ya ku bi hemû hêza xwe êrişî kurdan dike, bi berxwedaneke hevpar dikarin bên berterefkirin. Êrişên sîstematîk ên li ser kurdan bi ruhê yekîtiyê û hevgirtina kurdan dikarin bên pûçkirin.    Di serdanê de êrişên dawî yên li ser Şengal û Mexmûrê û gefên dagirkirina Rojava jî hatin gengeşekirin û li dijî van êrîşan giringiya ruhê yekîtiyê hat gotûbêjkirin. Qedexekirina peyva Kurdistanê li Meclisê jî di civînê de hat rojevê. Di civînê de ji ber van êrişan êdî desthilatdarî bi awayekî eşkere dijminatiya kurdan dike û li dijî van êrişan, girîngiya yekîtiyê û hevgirtina aliyên kurdan hatin gengeşekirin.    Di serdana şandeyê de hilbijartinên herêmî û rola hêzên Kurdistanî û giringiya yekdestkirina hêzên Kurdistanî jî hat gengeşekirin. Her wiha şandeyê li dijî êrişên gelemperî, berxwedana gelemperî li ser hêzên kurdan ferz kirin.