Berdevkê HDP’ê Bîlgen li Qersê bi gel re civiya 2017-11-01 16:01:40 QERS - Berdevkê Partiya HDP’ê Ayhan Bîlgen, li Qersê bi gel re civiya û banga xwedî derketin kongreyê li gel kir.  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  û parlementerê Qersê Ayhan Bîlgen, li navçeyên Dîgor û Kaxizmanê û bajaroka Bazarcixê bi gel re civiya. Bîlgen ê welatî û rêxistinên navçeyan ziyaret kirin, rastî eleqeya gel hat. Bîlgen di civînên gel de axivî û wiha got: “Divê gel bi awayekê bi hêz beşdarî kongreyan bibin. Di demek kin de em ê kongreya navçeya HDP’ê ya Qersê li dar bixin. Bang li gel dikim ku xwedî li kongreya xwe derbikevin.”