Tunç: Ger me yekitiya neteweyî hebûya Başûr nediket vî halî 2017-11-03 14:09:16 AGIRÎ - Endamê MYK’a DBP’ê Mehmet Şirin Tunç, di kongreya partiya DBP'ê ya  Diyadinê de axivî û wiha got: “Ger me yekitiya neteweyî hebûya, ev bûyer nedijîn. Ji ber encamên siyaseta gemarî, îro gelê me yê Başûr bi gefên mezin re rû bi rû ne.” Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Diyandina Agiriyê kongreya xwe li dar xist. Kongre li avahiya DBP’a navçeyê hat lidarxistin. Endamê MYK’a DBP’ê Mehmet Şirin Tunç, rêveberên HDP-DBP’ê û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn.     'JINÊN KURD BÛN SEMBOL'   Di kongreye de Tunç axivî û wiha got: “Bi tevlîbûna hêzên cîhanê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şerek mezin hat jiyîn. Divê gelê kurd hêza xwe dane holê. Gelê kurd li Rojava serkeftinek dîrokî bi dest xistin. Jinên kurd jî li Rojava muhra xwe li dîrok xistin û bûn sembola jinên cîhanê.”     KDP U YNK’Ê TÊKILIYÊN ŞAŞ DANÎN   Tunç, bal kişand ser referanduma li Herêma Federal a Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi sedan car Birêz Ocalan banga yekitiya neteweyî li hêzên Başûr kir, lê wan ev yek qebûl nekirin. Li şûna vê yekê bi dijminên kurdan re ketin têkiliyê. KDP’ê bi Tirkiyeyê re, YNK’ê jî bi Îranê re tifaq pêş xistin û hemû destkeftiyên kurdan kirin talokeyê. Ger me yekitiya neteweyî hebûya, dê ev bûyer nejîna. Ji ber encama siyaseta wan a gemerî, îro gelê Başûr bi gefên mezin re rû bi rû ne.”     Piştî axaftina Tunç, di hilbijartinên deng dane de, cardin Abdulbakî Yaşar ji bo hevserokatiya DBP’ê ya nevçeyê hat hilbijartin.