Kemalbay: Ev keştî dê bigêje peravê 2017-11-05 14:56:31 AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di 2'emîn Kongreya HDP'ê ya Amedê de diyar kir ku her çend rastî zahmetiyên mezin bên jî keştiya wan dê bigêje peravê û wiha got: "Berxwedan ji bo me jiyan e."  Rêxistina HDP'e ya Amedê 2'emin Kongreya xwe li Salona Konferansê ya Wedat Aydin ya Avahiya DBP'ê ya Amede pêk anî. HDP'ê bi şîara “Em ranewestin, fajîzmê rawestînin" 2’emîn kongre pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevkeroka KCD'ê Leyla Guven, endamên KCD, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Alîkarê Hevserokê HDP'ê û Parlamenterên HDP'ê Nadir Yildirim, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlamentera HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, nûnerên CHP, PSK, Baroya Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Kongre rastî eleqeyek mezin hat. Li salonê pankarta “Faşizm ne tişta têk neçe ye, dermanê wê cesaret e", “Tecrîd dê winda bike, azadî dê bi ser bikeve", “Encam çi dibe bila bibe dê muhteşem be" û “Eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek” û posterê Demîrtaş daliqandin. Di kongreyê de peyamên Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş hatin xwendin. Di kongreyê de Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim axivî û wiha got: “Tevî hemû pêkanînên faşizan em îro li vir kongreya xwe pêk tînin. Em dê bi vê kongreyê faşîzmê têk bibin. Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp jî bal kişand ser girtina wekîl û şaredaran û wiha got:"Şaredariyên me kirin qereqol. Birêz Ocalan receteya çareseriyê pêşkêşî me kir. Ev reçede tê feraseta netew dewletan têk bibe. Ji ber vê yekê hêzên netew dewlet ditirsin û êrîş dikin."   Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Akça, peyama Hevseroka  HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag xwend. Yuksekdag di peyamê de diyar kir ku dil û hestên bi azadiyê tê dikoşin tu diwar nikarin têkeve navbera wan û wiha got: "Ez Musa Anter, Vedat Aydin, Tahir Elçî û hemû şehîdên aştî û demokrasiyê bi hurmet bibîr tînim. Ger ku em deynê kesên ji bo azadiya pêşeroja gelê Kurdistan û Tirkiye nemir bûn bidin wê demê em dê aram bibin. Em dê aştî, azadî u demokrasiyê tewez bi têkoşîna hevpar bi dest bixin. Teqez dê aştî û gelê me bi ser bikeve."    DEMîRTAŞ: EM DI RÊYA BI KELEM RE DIMEŞIN   Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Selahattin Demirtaş jî peyam şand. Endamê Dîwana KCD'ê Zulkuf Karatekin peyama Demîrtaş xwend.  Demîrtaş, jî anî ziman ku di encama operasyona tevahî ya li dijî HDP'ê îro girtî ye û wiha got: "Bi girtina me ne dikarin we û ne jî dikarin HDP'ê rawestînin. Ji ber ku ne partiya yek rêber e. Ji ber partiya gelan e. Em dîsa dibêjin ev partî dê bigêje peravê. Ya ku partiyê bigîne peravê gel bi xwe ye. Bi sed hazaran ciwan û jin vê partiyê bi rêve dibin û dê wê bigînin peravê. Rêya me dijwar e. Bi kelem e. Lê HDP di çarçoveya rêgezên xwe yên aştî, wekhevî û azadiyê de tawîzan nade û dê bigêje armanca xwe. "    GUVEN: EM REXNEDANÊ DIDIN   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku MGK'ê di sala 20147an de li dijî kurdan plana rizantin û hilweşandinê xistine meriyetê û wiha got: "Vê planê têkoşîn û hêza gelê kurd nexistiye nava hesabê xwe. Ji ber vê yekê ev plana wan dê têk biçe. Xanî û bajarên kurdan xera kirin, lê tiştek bi dest nexistin. Nikarin kurdan tune bikin. Îro em li her dera cîhanê hene. Ev jî bi xêra Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn proje amade kir. Birêz Ocalan îro nûnerê milyonan kesan e. Em carek din azadiya Ocalan dixwazin. Birêz Ocalan ji bo hemû gelê cîhanê şens e.    KEMALBAY: PIRSGIRÊKA ERDOGAN HEYE   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, jî diyar kir ku her çend rastî zahmetiyên mezin bên jî keştiya wan dê bigêje peravê û wiha got: "Berxwedan ji bo me jiyan e.    OCALAN BÛ HÊVIYA AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ    Kemalbay bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: Birêz Ocalan bi pêşxistina pêvajoya çareseriyê ji bo aştî û demokrasiyê bû şensek mezin. Bu heviyek mezin. Îro li ser axa me zarok tên kuştin. Divê em rê li pêş van kuştinan rawestînin."  Îro AKP û qesr hemû butçeya xwe li şer qerç dike. Erdogan di qezra 1150 ode de dijî. Ev dikare hemû dibistan û nexweşxaneyan fînanse bike. Îro partiya bi tenê alternatif HDP ye. Îro li Tirkiye 10 wekîl girtî ne. Ji ber vê yekê kes ne di ewlehiyê de ye. "    Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat. Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Amedê Mehmet Şerif Camci û Filiz Buluttekin hatin hilbijartin.    KONGREYA HDP'Ê YA SEMSÛRÊ: DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEBE    Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê jî 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li Salona Can Dagun pêk hat. HDP'ê li Salona kongreyê pankarta "Bila zindan vala bibin, ji girtiyên siyasî re azadî", "Karê tûtinê, keda me û debara me nayê qedexekirin" vekirin. Parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim, Leyla Birlik û Nimettullah Erdogmuş û Endamên Meclisa Partiyê tev li kongreyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Selim Ozbek axaftina vekirinê kir.    Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, bal kişand ser operasyona 4'ê Mijdarê ya li dijî HDP’ê û wiha got: "Hevserokên me û hevalên me dîl hatin girtin."    BÎRLÎK: KURDAN SERÎ DANENÎ   Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî anî ziman ku gelê kurd tu carî serî ne tewand û ji niha û şûnde jî serî natewîne. Ji Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Agahiyên li ser medya civakî hatin belav kirin dozgeriyê derewand. Lê ev baweriyê nade me. Gelê kurd li her dera cîhanê li ser piyan e. Gelê kurd li tevahiya cîhanê dixwaze ji Birêz Ocalan agahî bistîne. Divê bi lez deriyên lie Îmraliyê bên vekirin Ocalan rêberê Gelê kurd e û divê êdî ev tecrîd bi dawî bibe."    Kongre piştî axatinan û xwendina raporan bi hilbijartinê bi dawî bû. Di hilbijartinê de Hevserokên HDP'ê Selîm Ozbek û Hayriye Korkmaz hatin hilbijartin.