‘Divê prîm nedin qeyûman’ 2017-11-17 14:28:52 WAN – Rêveberiya HDP’ê ya Wanê bi rojnamegeran re civiya. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede bal kişand tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Wanê û got: “Divê li tu deverê prîm nedin xespkirina vîna gel.”  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê di 28’ê cotmehê de kongreya xwe li dar xistibû û rêveberiya nû hatibû hilbijartin. Rêveberiya HDP’ê ya Wanê bi rojnamegerên li bajêr re di bernameyek taştê de civiya. Di bernameyê de Hevserokên HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak û Umît Dede, rêveberên HDP’ê û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn.    Hevserok Dede li vir ji rojnamegeran re axivî û got: “Li bajêr qeyûm tayînî ser 12 şaredariyên me hatin kirin. Divê li tu deverê prîm nedin xespkirina vîna gel. Bi OHAL’ê re bêhiqûqa herî mezin zêde bûye. Li her qadê jiyanê binpêkirina mafa pêk tê.”    ‘BIRÎNÊN ERDHEJÊ NEHATINE PÊŞANDIN’    Dede da zanîn ku bajarê Wanê hêj birînên erdheja sala 2011’an nehatine pêçandin û ji ber vê yekê hêj esnaf û gelê Wanê di bin bandora erdhejê de ye.    BANG LI ÇAPEMENIYA HERÊMÎ HAT KIRIN   Dede bal kişand ser êrîşên li dijî çapemeniya azad û muxalîf û banga li çapemeniya herêmî kir ku rastî û zordestiya li bajêr li ser gelê kurd diqewime bibinînin û tiştên nayên dîtin derbixe holê.    Bernameya taştê bi pirsên rojnamegeran û bersivdayîna rêveberên HDP’ê bi dawî bû.