Wekîlê berê yê ANAP'ê Erdogmuş: Hevsengiya dema nû dê Sûriye diyar bike 2019-06-08 09:10:39 ENQERE – Wekîlê berê yê ANAP’ê Abdulbakî Erdogmuş anî ziman ku hevdîtina dewletê ya ji nûve li gel Ocalan pêşketinên li Sûriyeyê bi bandor in û got: “Tirkiye îro ji aştiya navxweyî bêtir,  pêşketinên li Sûriyeyê girîng dibîne. Di serdema nû de dê hevsengî ber bi Sûriyeyê ve biçe.”  Abdulbakî Erdogmuş yê di navbera 1999-2002’an de parlamenteriya Partiya Anavatanê (ANAP) kir, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên bi rêya parêzer û malbata xwe da nirxand. Abdulbakî Erdogmuş li ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê ku bi dawî bûn rawestiya û got tevî ku tecrîd li dijî hiqûqê ye jî lê tecrîda li Îmraliyê pêk tê ne bi Îmraliyê re sînorkîrî ye.    ‘DIVÊ HEMÛ GIRTÎGEH BÊN KONTROLKIRIN’    Erdogmuş da zanîn ku ji bo pêkanîna tecrîdê bi temamî bê rakirin divê hemû girtîgehên li Tirkiyeyê bên kontrolkirin û got: “Ji bo heta ku li hemû girtîgehan zelalî pêk neyê tespîtkirina tecrîdek bi çi rengî jî zor e. Cezayê tecrîdê didin gellek mehkûman. Ev tê wateya binpêkirina hiqûqê. Lê ev pergalek li tevahiya Tirkiyeyê pêk tê ye.”    Erdogmuş da zanîn ku peyamên siyasetê piştî hevdîtina li gel Ocalan pêk hat dan gellek girîng in û vê hevdîtinê pêşbîniya vegera li pêvajoya çareseriyê ya 2013’an aniye rojevê. Erdogmuş diyar kir ku pêdiviyên Tirkiyeyê bi aştiyek lezgîn heye û lê şertên heyî yên li Tirkiyeyê ji bo aştî pêk were ne guncav in.    ‘DIBE KU BI TEŞEYÊN CUDA PÊVAJO DEST PÊ BIKE’    Erdogmuş bal kişand ser rewşa pêvajoya çareseriyê ya bi hevdîtinên li Osloyê destpêkirin û got: “Me wê demê pêvajoyek du alî ku ji maseyê nereviyan dît. Ji bo kes nemire, çek bêdeng bibin û hemû kesên koçber bûne vegerin warê xwe divê neyê jibîrkirin. Lê mixabin pêvajoya çareseriyê li ser helwesta neyînî ya îktîdarê bi dawî bû. Bendemayîna heman pêvajo dê dest pê bike xapandin e, lê dibe ku bi teşeyên cuda jî dest pê bike.”    ‘PÊŞKETINÊN LI SÛRIYEYÊ DIYARKER IN’    Erdogmuş destnîşan kir ku pêvajoyek nû dibe ku li ser pêşketinên li Sûriyeyê dest pê bike û wiha got: “ğmuş, yeni bir barış sürecinin ise Suriye’deki gelişmeler üzerinden başlayabileceğini kaydetti.   Tirkiye îro ji aştiya navxweyî bêtir,  pêşketinên li Sûriyeyê girîng dibîne. Dewlet têkildarî pêşketinên li Sûriyeyê bi Ocalan re hevdîtin dike. Di serdema nû de dê hevsengî ber bi Sûriyeyê ve biçe. Helbet dê ev bandorê li Tirkiyeyê bike. Her wiha Ocalan jî di peyama xwe de bal kişandibû ser pêşketinên li Sûriyeyê. Heta ku polîtîkaya şer û înkarê bidome dê alîkariya Îmraliyê jî bandor be.”    ‘DIVÊ ÇEK BERDAN NE YEK ALÎ BE’    Erdogmuş anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi salane têkoşîna çekdarî tê dayîn û ji bo ev çek bi dawî bibin daxwaza wan e û bendemayîna dê yek alî ku rêxistin dev ji çekan berde jî xapandin e.    ‘PÊWÎSTÎ BI MUZAKERE Û DIYALOGÊ HEYE’    Erdogmuş da zanîn ku ji bo ev yek pêk were pêwîstî bi muzakere û diyalogê heye û got: “Ji bo aştiyek bi rûmet demildest pêdivî bi zemînek demokratîk heye û ev yek şert e. Bi vê yekê re girêdayî jî divê demildest dev ji operasyonan bê berdan. Li aliyekî ji Îmraliyê peyamên girîng tên û li aliyê din jî operasyona li dijî Herêma Federe ya Kurdistan hatiye destpêkirin. Ev nakokiyê bi xwe re tîne.”    MA / Bêrîvan Altan