HDP: Divê Barzanî rûyê AKP’ê bibîne 2017-09-26 10:02:07   ENQERE – Li Tirkiyê ji nava partiyan tenê HDP’ê piştgirî da referandûma serxwebûna Kurdistana Federe. HDP'ê xwest Barzanî rûyê rast ê AKP’ê bibîne û got: “Êdî pêwîste Barzanî bêtir siyasetek û seknek netewî bide nîşandan.”    Li Herêma Federa ya Başûrê Kurdistanê li gel hemû gef û şerê psîkolojîk referandum pêk hat. Li gorî encaman gel di asta herî jor de dengê  xwe ji bo “em serbixwe bijîn” da. Lê di serî de gefên Tirkiye û hemû welatên herêmê li dijî vê referandûmê didomin.    HDP LI DIJÎ AKP’Ê DERKET DESTEK DA PDK   Nîqaşên referandûmê li Tirkiyê nijadperestan li hev sor kir û qiyametê rakirin. Di hevdîtinên Meclîsê de pêk hatin PDK û AKP a ku bi salane şîrîkatiya hev dikin, lê AKP raste rast kurdên li Başûr jî kir hedefa xwe û gef li wan xwar. Lê HDP’ê li dijî hemû gefan jî li dijî AKP û partiyên din muxalefetiya xwe nîşan da û maf û azadiya kurdan parast û tekane partiya li dijî AKP’ê derket.    Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim mijara referandûmê nirxand. Yildirim helwesta welatên herêmê rexne kir û wiha got: “Di navbera helwesta Bexda, Tehran û Enqereyê de cudahiyek heye. Ez ji nîqaşên Bexdayê yên têkildarî referandûmek girêdayê axa wan pêk tê fêm dikim. Lê bele gelo çi bûye ji Enqere û Tahranê?”    TIRKIYE PIŞAFTINÊ ÎTÎRAF DIKE   Yildirim di berdewamiya axftina xwe ev tişt got: “Heke ku Tehran û Enqere ji vê re wek “Kurdên min jî dê di bin vê bandorê de bimînin û daxwaza di vî warî de dê bêjin” difikirin tenê riyek vê yekê astegn bike heye. Wê demê we kurdên li herêma ji ber netewbûnê we mafê wan nas nekiriye. Wê demê hûn îtîraf dikin ku rêveberiyek we nebaş û ne xwedî ferasetek baş in. Li welatên demokrasi lê heye welatî xetereyên wisa najîn. Tirkiye ditirse ku li Bakûrê Kurdistanê jî tiştek wisa çê bibe. Lê dij derketina ya referandûmê îtîrafa wan li dijî kurd bûnê ye û aşkere dibêjin me kurdan liv ir pişaftiye.   Heman tişt ji bo Bexdayê jî derbasdar e. 100 sal e di bin siya Sykes Pîcot sînorên hatine teşekirin û wîjdanê gelan mahkûm kirine hene. 100 sal e kirasê dîna li gelan kirine û xistine nav agir. Yên îro bi hêrs dibin, sed sale yên ku vê pargalê didin meşandin. Di asta em gihîştinê de vê pergala bûye bela serê gelan divê bê guhertin û hêzê nanvnetewî jî biryara vê dan.”    ‘DIVÊ KU BARZANÎ RÛYÊ AKP’Ê YÊ RAST BIBÎNE’    Yildirim bibîr xist ku biryara referandûmê ji meha hezîranê ve hatiye sitendin û ji wê dîrokê vir ve AKP dîmenê tevlî rewşê nabe da. Yildirim diyar kir ku divê Barzanî rûyê rast ê AKP’ê bibîne û got: “Êdî pêwîste Barzanî bêtir siyasetek û seknek netewî bide nîşandan.    ‘BERZANÎ HÊJ SEKNEKE NETEWEYÎ NEDAYE NÎŞAN!’   "Di nav mehek dawî de AKP ket nav lîçoqa nijadperesiyê û daxuyaniyên bi vî rengî dan. Ev jî dide nîşan ku Tirkiye di polîtîkaya xwe ya derve de bê nasnametiyê dijî. Heke hûn li gorî rêneza, etîkê, rastiyên dîrokî yên civakê polîtîkayan nafirînin, hûn nikarin rojane û polîtîkayên dij kurd biafirînin, di heftê de diguherînin û bi gotinên derbaskirî û tekzîpî hûnê xetekî ava bikin. Hêj Barzanî fikra xwe ya bêyî Tirkiye nikare bijî neguhertiye. Ev tiştekî ku ji kesayetiya Barzanî derbas dike û tiştekî gerdûnî ye û em vê diparêzin. Ya din jî divê neteweyek qedera xwe bixwe tayîn bike û fikrên birdozî terk bike û li gorî sekneke neteweyî tevbigere. Ez difikirin ku ev sekin ne sekneke neteweyî ye. Em van mafan ji bo gelên cîhanê çawa dixwazin, ji bo gelê xwe jî dixwazin. Ev nêzikatiya me li gorî kesayetiyan nîne. Ez polîtîkayeke aştiyane ya bi hemû cîranan re hêj watetir dibînin. Ev mafê we ye, kes nikare rabe li gorî dewletê cîran mafê jiyanê bide."   ‘WE EW DER JI EMPERYALÎSTAN RE HIŞT Û HÛN HATIN’   Yildirim der barê dîroka Başûr de jî agahî parve kir û got ku ew kesên kurdan "Wekî hevkarên emperyalîstan" sûcdar dikin, bi gotinên wekî "Bila kurd negihêjin mafên xwe" û balê dikişînin ser têkiliyên bi emperyalîstan re û wiha axivî: "Ew kesên ku digotin 'Mûsil û Kerkuk yên me ne, ji îngilazan re hiştin. Ev bi bi 500 hezar sterlînan dan wan."   ‘DÊ EW HERÊM ÇAWA BÊ BIRÊVEBIRIN EW NIKARIN BIRYARÊ BIDIN’   Yildirim destnîşan kir ku li Kerkek û Mûsilê herî zêde kurd lê dijîn û cihê gel bi hev re lê dijîn û bajarên Kurdistanê ne û wiha axivî: "Ev di gelek belgeyena de jî şênber in. Bi dagirkeriya DAIŞ'ê re Mûsil bê kurd hat hiştin. Ruxmê vê jî gotinên wekî ev der ereb e, ecem e, kurd e, tirkmen e,  ne Bexda, ne Tehran û ne jî Enqere dikare biryarê bide, ev bi tevlêbûna saziyên navneteweyî û bi biryara gelan dikare bê çareserkirin. Li cihê ku bi rêya netew dewletê ev der bên bi rêvebirin, divê bi rêveberiyeke demokratîk bên bi rêvebirin. Ev mafê wan gelên li wir dijîn e."   MUDAXALEYA LI DIJÎ KURDISTANÊ NAŞOBE MERTALÊ FIRATÊ   Yildirim bal kişand ser "mudaxaleyeke leşkerî" ya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdistanê jî û operasyona TSK'ê ya li herêma Cerablûsê jî bi bîr xist û ev wekî "Fiyasko" şîrove kir û wiha pê de çû: "Gelek windahî dan. Mudaxaleyeke li dijî Kurdistanê naşibe Mertalê Firatê. Dê hemû Tirkiyeyê bavêje nav agir."   MA / Kenan Kirkaya