Yuksekdag: Em hatin duriyanek nû û girîng 2019-06-30 14:02:32   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ji kongreya ESP'ê re peyam şand û got: “Em îro hevî, bawerî û hêza xwe nû dikin û hatin duriyanek nû û girîng. Ji niha û şûnde civakek bi rêxistin a li kolanan wê bibe reha bingehîn a tevgera polîtîk ya serdema nû."    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), li Salona Şano ya Yenî Sahne 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte bi şîara “Azadî li Kolanê ye, Pêşeroj Di Sosyalîzmê de ye" li dar xist. Di kongreyê de Hevberdevkên Giştî yên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û parlamenterên HDP'ê, endamên Komeleya 78’an û gelek kesên cuda amade bûn.    Kongreyê bi rêzgirtinê û axaftina vekirinê dest pê kir. Piştre sînevîzyon hat pêşandan. Ewil Wekîla Seroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş axivî û got: “Di pêvajoya ku gelên Tirkiye û Kurdistanê, têkoşîna jinê, tevgera kedê ya çepgir, tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û hemû hêzên civakî yên Tirkiyeyê têkoşînek mezin dide de em kongreya xwe li dar dixin. Di vê pêvajoya ku beşên civakî hêzek mezin û tevgerek mezin bi dest dixe em kongreya xwe li dar dixin. Biryarên ku em li vê salonê bigirin bêtir rol û misyonekî li me bar dike. Bang li me dike ku em bi îdîayên mezintir têkevin rê. Têkoşîna me ya Azadiyê encama têkoşîna azadî û polîtîk e.    ‘ÎKTÎDAR LI KOLANAN Û LI SER SINTOQÊ TÊK ÇÛ'    Gumuştaş, anî ziman ku pêvajoya îmha, dagirkerî, darbe, OHAL, binçavkirin û êrîşên tasfiyê li pey xwe hiştin û wiha bi dawî kir: "Îktîdarê ji bo girseyê bitepisîne û pêşengan belav bike hemû hêza xwe û zordarî bikar anî. Ji bo îktîdarê binçavkirin, girtin û qedexe bû tiştekî rojane û rûtîn. Îktîdarê bi qereqolên tirsê xwest hebûna xwi li ser piyan bihêle. Em bi êrîşa faşîst a li dijî Efrinê rû bi rû man. Me îro îktîdar li kolanê û di sindoqê de têk bir. Niha pêşeroja guhertina civakî ku em têkoşîna xwe bêtir xurt û mezin bikin li pêş me ye. "    PEYAMA YUKSEKDAG    Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag jî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira peyam şand. Peyama Yuksekdag anî ziman ku ji ber di rojek wisa girîng de ne li gel wan e xemgîn e û wiha got: "Di rêyên ku astengiyên wê zêde, hevraza wê bilind û talûke de hevaltiya hevrêbûnê bêtir xurt dike. Em li ku dibin biba em bibin em di rêya ku armanca me yek e de bi hevre meşiyan û dimeşin. Vê yekê hevaltiya me bêtir xurt kir. Divê em îro hevî, bawerî û hêza xwe nû dikin û hatin duriyanek nû û girîng. Ji niha û şûnde civakek bi rêxistin a li kolanan wê bibe reha bingehîn a tevgera polîtîk ya serdema nû."    KELEHA HÊVÎ Û HÊZÊ YE'   Yuksekdag, anî ziman ku ew bawer dike ku bi vê kongreyê bibe bersîva gğuhertina şoreşgerî ya gel û wiha got: "ESP ku li ser hêza kevneşopiya dîrokî û tevgera demokratîk û şoreşger a sosyalist a Tirkiye  hatiye avakirin wê ji bo jiyana nû ya civakê bibe parazvaneke xurt."    TEMELLÎ: EM DEST BI AVAKIRINA MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK BIKIN   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê em dest bi pêvajoya avakirina Makeqanûna Demokratîk a li ser bingeha Lihevkirina Civakê bikin. Ev li dijî hişmendiya yekperestiyê îtîraz e. Ev krîz bi çareseriyên palyatif pêş nakeve. Bi têkoşîna demokratîk krîz çareser dibe. Di pêvajoyek wisa de girîngiya kongreyê pir mezin e. Em di pêvajoya komxebat, konferans û kongreyan de ne. Ji bo em bi têkoşîna xwe ya polîtîk û hêza xwe ya rêxistinî re bên cem hev, ev kongre pir girîng in. Em bi konferansên xwe yên herêmî û xwecihî di hewaya kongreyê de ne. Em bi hêz û parvekirina fikra bingeha xwe me îro HDP anî vê astê. Divê êdî em xwe biguherînin. Em dikarin vê yekê pêk bînin. Em ê pêşerojê hemû bi hevre ava bikin û pêş bibin. Emê îtîraza xwe ya li dijî rejîmê bêtir bi rêxistin bikin.    'BRÊZ OCALAN BANGA XWE BILIND KIR'   Temellî, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Brêz Ocalan bi peyama xwe ya dawî her tişt ji nûve bi wate kir. Bi vê yekê banga xwe bilind kir. Divê li cihê ku wî lê bang kiriye em bingeha muzakereyên Makeqanûna Demokratîk ava bikin. Divê hemû beşên civakî, hemû kesên di nava siyaset û keda demokratîk de cih digirin û hemû hêz têkevin nava liv û tevgerê."