Ji HDP'ê ekîba 'Makeqanûna Demokratîk' 2019-07-02 10:55:52 ENQERE - HDP'ê ji bo xebatên 'Makeqanûna Demokratîk' ku weke gava destpêkê ya demokratîkbûna welat dibîne, ekîbek ava kir. Koma Parlamentoyê û Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo xebatên plansaziya dema nû û nirxandina encamên hilbijartinê, duh li navenda giştî ya partiyê li hev kom bû. Di civîna ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî de hat lidarxistin de geşedanên siyasî, encamên hilbijartinê, stratejiya xeta sêyemîn a HDP'ê, nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a beriya hilbijartinê ku ji raya giştî re hatibû parvekirin, tifaqa demokratîk, reforma darazê, xebatên makeqanûna demokratîk, pêngava rêxistinbûnê û pêvajoyên kongreyan hatin nirxandin nîqaşkirin.    BERFIREHBÛNA ENIYA DEMOKRASIYÊ   HDP'ê di civîna xwe ya MYK'ê ya beriya niha de biryara destpêkirina xebatên "tifaqa demokrasiyê û hevdîtina makeqanûna demokratîk" dabû. HDP'ê di çarçoveya tifaqa demokrasiyê de berfirehkirina eniya demokrasiyê ya Tirkiyeyê û bihêzkirina mixalafeta civakî nirxand û ji bo vê yekê dê bi hêzên mixalîf re xebat bimeşîne.    'GAVA DESTPÊKÊ' YA DEMOKRATÎKBÛNÊ    "Makeqanûna Demokratîk" jî sernavekî din ê civanî bûn. Di civînê de ji bo çêkirina 'Makeqanûna Demokratîk' ku HDP weke gava destpêkê ya demokratîkbûna welat dibîne jî li ser girîngiya rêxistinbûna tevlîbûna civakê ya van nîqaşan hat rawestandin    EKÎBA JI BO MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK    Di civînê de ji bo "Makeqanûna Demokratîk" ku daxwaza hemû beşên civakê ye jî di bin serokatiya Serokwekîlê Serokê Meclisê yê HDP'ê Mîthat Sancar de ekîbek hat avakirin. Tê payîn ku di rojên pêş de ekîba ku di bin serokatiya Sancar de hat avakirin bi aliyê eleqedar re bê gel hev.    MA / Dîren Yûrtsever