Kubilay: Em Makeqanûnek bi kok û berfireh pêşniyar dikin 2019-07-05 12:58:58 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, diyar kir ku pêdiviya Tirkiye li dijî pergala yek mirovî bi Makeqanûna Bingehîn ya nû ku di asta "Lihevhatina Civakî" de be heye.  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Gişti ya HDP'ê nirxandin kir. Kubîlay, bal kişand ser doza JÎTEM'ê ya piştî 12 sal şûnde bi encam bû û wiha got: "Dema em li biryarê dinerin em dibînin ku li Tirkiye di aygitên şerê taybet ê dewletê de JÎTEM, gladyo û kontrgerilla tune ye. Lê di salên 90’an de li Bajarên Kurdan di serdema OHAL û rewşa awarte de têkiliya van rêxistinan û dewleta kûr bi hevre hebû. Wekî ku qet mirov nehatin windakirin û sûcê mirovahiyê nehatibe kirin biryar hat dayîn. Dema em li biryarê binerin wekî dewletek hiqûq derdikeve pêşberî me. Lê di 3'ê mijdara 1996’an de li Susurlukê qeza pêk hat û bi vê qezayê têkiliya dewlet nijadperest, mafyayê derket holê. Valahiya Dewleta Kurd li vir derketiye holê. Serokomar û serokê AKP'ê Tayyip Erdogan wê demê ji bo doza Ergenekone got: "Ez dozgerê vê doze me." Lê piştî demekê ser van dosyayan hat girtin. 12 sal şûnde dozgerê ji doza FETO tên darizandin û polîsan bi hevkariya AKP'ê ji bo dewletê ji vê tora tarî xelas bikin biryarek girtin."     DIVÊ BINGEHA ŞERÊ TAYBET BÊ BELAVKIRIN   Kubilay, anî ziman ku tê dîtin ku ne tenê Fethullahî, AKP ya bi Fethullah Gulen re di nava îtifaqek pîroz de ne, rovanşa dîrokî bi hevre pêş dixin û wiha got: "Di bin kijan navî de dibe bila bibe, divê aygitên şertê taybet bên belavkirin. Divê amûrên şertê taybet û veşarî bên belavkirin. Heta ku ev yekîneyên şerê taybet di nava Tirkiye de hebe tu carî li vî welatî demokrasî û aramî pêş nakeve. Heta niha 17 hezar û 500 mirov ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin."   DIVÊ KOMÎSYONA HEQÎQETÊ AVA BIKIN    Kubilay, anî ziman ku Dayikên Şemiye 744 hefte ne li aqûbeta windayan digerin û wiha berdewam kir: "Ji bo aqûbet ronî bibe û kesên winda bên dîtin û kujer bên darizandin divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin. Divê êdî li dijî Dayikên Aştiyê dest ji halê hov berdin. 45 hefte ne dayikên Aştiyê nikarin li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Divê qada Galatasarayê ji nûve li Daikên Şemiyê bê vekirin.    DAXWAZA MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK   Kubilay, herî dawî bal kişand ser pêdiviya avakirina Makeqanûna Demokratîk û wiha bi dawî kir: "Hilbijartina 23'ê Hezîranê ji bo welat paceyek demokratîkbûna Tirkiye ye. Pêdivî bi Peymana Lihevhatina Civakî heye. Ev yek jî bi avakirina Makeqanûna Demokratîk pêkan e. HDP'ê ji bo Makeqanûna Demokratîk bê avakirin bang li hemû hêzên îtîfaqa demokratîk kiriye. Em vê bangê girîng dibînin û dixwazin hemû hêz û rêxistinên demokratîk piştgiriyê bidin vê bangê. Divê di serî de pirsgireka Kurd û elewiyan û hemû reng, bawerî û nasnameyên din bi Makeqanûna Bingehîn bên parastin. Ji bo pir zimanî, pir bawerî û pir rengî li Tirikye pêş bikeve pêdivî bi Peymana Lihevhatina Civakî heye. Hemû kesên Makeqanûna civakî, demokratîk, ekolojîk û azadîparêz dixwaze divê piştgiriyê bidin vê bangê.