Temel: HDP, cihê kesên ne mecbûrî du blokan bixwe ye 2019-07-11 09:00:50 WAN - Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel, bilêv kir ku HDP cihê kesên ku ne mecbûrî du blokên heyî bixwe ye û got: "HDP, bang dike ku li ser esasên rêya sêyem çareserkirina pirsgirêkan bi rêbaza aştî û diyalogê pêkan e."  Konferansa Rêxistinbûyînê ya Herêma Serhedê bi dawî bû. Parlementerên HDP'ê yên herêmê, hevşaredarên bajêr û navçeyan tev li konferansê bûn. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel, der barê nîqaşên di konferansê de hatine kirin û biryarên hatine girtin de axivî.    'WÊ RÊXISTINBÛYÎNA CIVAKIYÎ ESAS BÊ GIRTIN'    Temel, bilêv kir ku di warê siyaseta Tirkiyeyê de HDP dengekî xurt e, stratejiyan pêş dixe û partiyeke ku dikare kodên siyaseta Tirkiyeyê biguherîne. Temel, got: "Hem di warê fikrî hem di warê pêkhateyan û hem jî di warê desteka girseyî de li cîhanê û Tirkiyeyê kêm partiyên wekî HDP'ê hene. Lê belê bi qirkirinên siyasî re rû bi rû ma. Eger tiştên hatin serê HDP'ê li Tirkiyeyê bihatana serê partiyeke din wê ew partî di roja sisêyan de deriyên xwe biqefilanda. Partiyeke ku xwedî fikreke paradîgmayî ye, di warê rêxistinbûyînê de hatiye qelskirin. Divê HDP, careke din ji navçeyan heta bajaran, ji bajaran heta navenda giştî xwe bigihîne civakê, rêxistinbûyîna civakiyî esas bigire û li hemberî êrîşên faşîzmê mekanîzmayên xwerêxistinbûyînê pêk bîne."    'WÊ HDP Û KUÇE BIBIN YEK'    Temel, destnîşan kir ku di demên dawî de hin derdor wekî "partiyeke hilbijartinê be" nêzî HDP'ê dibin. Temel, bilêv kir ku sedema vê jî ji ber hilbijartin tim tên dubarekirine û ev yek jî nîşan da ku ji ber hin çewisandina binî wê lawaz bûye. Her wiha Temel ji bo perspektîfa bingehîn û armnaca konferansa hat lidarxistin jî got: "Em ê di çarçoveya pêngava xwe ya rêxistinbûyînê de careke din bikin ku HDP, kuçe, tax û civak bibin yekpare û veguhere rêxistinbûyîneke civakiyî."    ‘EM Ê ALTERNATÎFA SÊYEM NÎŞAN BIDIN'    Temel, destnîşan kir ku du rojevên konferansê hebûne û got: "Yek; di warê xebatên heta niha hatine kirin de xwerexnekirin; nirxandina mesafeya di navbera gel û civakê de û xwerexnekirina di vî warî de. Rojeva duyem jî; ji bo xwegihandina hemû dînamîkên civakê çêkirina plansaziyekê. Di navenda nîqaşan de xurtkirina HDP'ê û divê HDp çawa bibe HDP hebûn. Li Tirkiyeyê, ji du blokan tercîhkirina blokekê tê ferzkirin, lê belê em dixwazin altrenatîfa sêyemîn nîşan bidin. Armanca rêxistinbûyînê jî ev e. Tekane sedema analîzkirina siyasî û civakî jî ev e. Yanî rojevên civatê di vî warî de bûn. Rexne û xwerexneyên pir xurt hatin kirin."    ‘HDP, CIHÊ KESÊN NE MECBÛRÎ DU BLOKAN E'    Temel, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê partiyên di nav pergalê de siyasetê dikin, piranî jê bi aqil û feraseta dewletê tev digerin û got: "Bal we bikişînim, reqîbên herî berbiçav bixwe jî dema mesela tê ser pirsgirêka kurd û mafên demokratîk, dîrek refleks û aqilê dewletê hemêz dike. Di demên dawî de tê xwestin pergaleke dupartiyî ku li Amerîkayê heye pêk bînin. Tê xwestin Tifaqa Gel û Tifaqa Cumhurê sibê dusibe wekî du navendan bên îkamekirin. Ji gelên Tirkiyeyê re tê gotin 'An hûn ê vê tercîh bikin an jî hûn ê vê tercîh bikin.' Yanî li cihekî tifaqî lê çêbûbin wekî din tu tercîh namîne. Balê we dikişînim, li Amerîkay pergala dupartiyî ji xeynî komarparêz û demokratan wekî din alternatîfeke din nade ber civakê. Îjar li vir HDP dikeve dewrê; li Tirkyeyê projeya ku muxalefeta civakiyî ne mecbûr e di navbera du blokan de asê bimîne. HDP, niha partiyeke ku gelek pêkhateyên wê hene. Yanî HDP cihê kesên ku ne mecbûrî her du blokan bixwe ye. HDP, ji civakê re dibêje rêya sêyem pêkan e û bang dike ku li ser esasên rêya sêyem çareserkirina pirsgirêkan bi rêbaza muzakere, aştî û diyalogê pêkan e."