Rêxistina HDP’ê ya Çukurovayê kongreya xwe li dar xist 2019-07-27 15:12:26 EDENE – Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çukurova rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de Fatma Aslanci û Hasan Bîber ji bo hevserokatiyê hatin bijartin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Çukurova ya Edeneyê li eywanek dawetê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû bijart.   Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Dîwana kongreyê hat bijartin û rêz girtin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural axaftina vekirinê kir û diyar kir ku partiya wan partiya hemû gelan û baweriyane û partiya wan tevî hemû zextan jî li ser pêya ye û li ber xwe dide.    ‘JI BO QANÛNEK BINGEHÎN A DEMOKRATÎK TÊKOŞÎN’    Parlamenter Tulay Hatimogullari jî da zanîn ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna welat pirsgirêka kurd e û got: “Dem dema rêxistinbûnê ye. Ji ber vê yekê li dar xistina kongreyan girîng û bi nirx e. Em ê têkoşîna xwe hin bêtir bi pêş ve bibin. Em ji bo qanûnek bingehîn a demokratîk têdikoşin. Em qanûnek bingehîn ku hemû aliyan û baweriyan hilde bin sîwana xwe dixwazin û em ji bo vê yekê xebatek bêhempa birêve dibin.”    Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Fatma Aslanci û Hasan Bîber ji bo hevserokatiya HDP’a Çukurovayê hatin bijartin.