Gurkan: Ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîna demokrasiyê mezintir bibe 2019-08-02 09:04:25   STENBOL - Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku destûr nedayîna hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re biryareke siyasî ye û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan dikare bi mezinkirina tekoşîna demokrasî û aştiyê bê rakirin."    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla ku bi qasî 200 rojan berdewam kiribû, di 2'ê Gulanê de li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Piştî vê hevdîtinê parêzeran di 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê û 18'ê Hezîranê de bi Ocalan re 3 hevdîtinên din jî pêk anîn. Lê nêzî 2 mehan e ne bi erênî û ne jî bi neyînî bersiv ji serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re nayê dayîn û hevdîtin nayên kirin. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan bertek nîşanî destûr nedayîna hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re da û diyar ku destûr nedayîna hevdîtinê ne hiqûqî, siyasî ye. Gurkan destnîşan kir ku memeleya dîl girtinê li Ocalan tê kirin û wiha got: "Bi mezinkirina têkoşîna demokrasî û aştiyê dikarê pêşî li vê yekê bê girtin."     'OCALAN JI BO AŞTIYÊ AKTOREKÎ GIRÎNG E'   Seroka Giştî Gurkan da zanîn ku ji ber helwesta siyasî bi Ocalan re hevdîtin nayên kirin û ev tişt anî ziman: "Berdewamkirina vê helwestê dê nêzikbûnên polîtîk ên desthilata AKP'ê û geşedanên siyasî yên Rojhilata Navîn diyar bikin. Helwesta desthilatê ya li hemberî Ocalan nikare ji helwesta wê ya li hemberî Pirsgirêka Kurd cuda bê fikirîn. Ji ber ku ji hêla herkesî ve tê qebûlkirin ku Ocalan ji bo bi rêya muzakereyan çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurd aktorekî girîng e, helwesta desthilatê li hemberî Ocalan weke helwesta wê ya li hemberî Pirsgirêka Kurd dertê holê."    'BERPIRSYARIYEK MEZIN DIKEVE SER MILÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ'   Di berdewamê de Gurkan anî ziman ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hêzên demokrasî, aştî û kedê û ev tişt got: "Tişta dikeve ser milê me pêşîligirtina polîtîkayên hundirîn ên tund û polîtîkayên derveyî welat ên dagirkeriyê yên rejîma yek mirovî ye. Divê em li dijî polîtîkayên dagirker ên hewldana mudaxaleya Rojhilatê Firatê, li welat têkoşîna aştî û demokrasiyê mezintir bikin. Pêşîligirtina memeleya dîlgirtina li hemberî Ocalan di vê têkoşînê de derbas dibe."   MA / Nacî Kaya