HDP 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk tîne 2019-08-02 10:22:50   AMED - HDP piştî konferansên herêmî ku li 7 herêman pêk anîn, dê sibê li Amedê 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk bîne. HDP encamên ku di konferansên herêmî de derketin holê 2 rojan bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaş bike û şêwaza rêxistinbûyîna xwe ya dema nû diyar bike.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî konferansên xwe yên herêmî ku bi şîara "Em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin" li dar xist, dê sibê li Amedê 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî pêk bîne. HDP ji sala 2012'an ku hatiye avakirin heta niha cara yekemîne konferaseke wiha li dar dixe. HDP dê di konferansê de şêwaza rêxistinbûyîna xwe ya dema nû diyar bike û bikeve pêvajoya rêxistinbûyîneke nû. Di konferansên herêmî de pirsgirêkên civakî û pêşniyarên çareseriya van pirsgirêkan, şêwaz û rewşa rêxistinbûyîna partiyê, nîqaşên ku ji bo diyarkirina şêwaza rêxistinbûyînê hatibûn kirin dê di konferansa navendî de 2 rojan bên nirxandin.    Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hemû pêkhateyên HDP'ê, Lîjneya Rêveberina Navendî ya Partiyê (MYK), endamên Meclisa Partiyê (PM), hevserokên bajar û navçeyan ên HDP'ê û hevşaredar jî di nav de  800 delege tevlî konferansê bibin. Di konferansa ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî vekirina wê bike de berdevkên Komîsyona Rêxistinbûyîna Herêmî pêşniyar û rexneyên herêman ragihînin.     ŞÊWAZA RÊXISTINBÛYÎNA JINÊ    Dîsa pêşniyar, rexne û encamên konferansên rêxistinbûyîna jinan ku li her herêmê hatin kirin jî bên ragihandin. Pirsgirêkên ku di prensîbên temsîliyeta wekhev û pergala hevserokatiyê de derketin holê û pêşniyarên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, têkoşîna li dijî zîhniyeta zilam a serdest û çareseriyên ji bo vê yekê di konferansê de bên nîqaşkirin.    TÊKOŞÎNA CIWANAN    Mijareke din a girîng a konferansê rêyên vegerîna siyaseta bi gel re ku demokasiya civakî esas digire û rêxistinbûyîna têkoşîna ciwanan a yekbûyî û pêşniyarên çareseriyê vê yekê ye.    DÊ BI RÊXISTINBÛYÎNA KCD Û HDK'Ê RE ŞÊWAZA RÊXISTINBÛYÎNÊ DERKEVE HOLÊ   Di konferansa ku ji ber tunebûna şêwazeke organîzasyonê ya bi hêz, nîqaşên xwerexnekirinê werin kirin de dê pêşniyarên çareseriya bi rêxistinbûyîna KCD û HDK'ê re şêwaza rêxistinbûyînê derkeve holê bêne nîqaşkirin. Li gorî encamên ku derkevên holê dê encamnameyeke ku şêwaza rêxistinbûyînê derxe holê bê aşkerakirin.    MA / Özgür Paksoy