Wezîrê Çandê yê berê Gunay: AKP bi darê zorê emrê xwe dirêj dike 2019-09-06 09:16:05 STENBOL - Wezîrê Turîzm û Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay, kesên ji AKP'ê îstifa kirin û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû jî di nav de 4 kesên sewqî desteya dîsîplînê hatin kirin nirxand.  Wezîrê Çand û Turîzmê yê berê Ertûgrûl Gunay, rewşa kesên ji AKP'ê îstifa dikin û Serokwzîrê berê Ahmet Davûtoglû jî di nav de 4 kesên ji bo îxrackirinê sewqî desteya dîsîplînê hatin kirin nirxandin.   Gunay, destnîşan kir ku nexasim jî piştî Erdogan bûye serokomar û kesên di warê hiyerarşîk de li paş Erdogan man tên pasîfkirin.    'BI AVANIYEKE WIHA DEMOKRASÎ NE PÊKAN E'   Gunay, diyar kir ku demek e dirêj e ku AKP veguheriye avaniyeke ku ji rexne û xwerexnekirinê re hatiye girtin û cih nade helwestên rexne û xwerexnekirinê. Gunay, bilêv kir ku bi avaniyeke wiha demokrasî ne pêkan e û got: "Ziman û pêkanînên polîtîkayên berê welat ber bi talûkeyekê ve dibe. Niha di AKP'ê de, modela serdema salên 1940'î serdest e."    Gunay, anî ziman ku ne mukun e modela yekpartiyî ya salên 1940'î di sedsala 21'emîn de mayînde bibe û kesên baqil hemû dizanin ku ev model modelek şaş e. Gunay, diyar kir ku AKP bi darê zorê dixwaze emrê xwe dirêj bike û got: "Lê belê bi darê zorê xweşî ne pêkan e." Gunay, destnîşan kir ku ji ber vê xitimandina AKP'ê serkên giştî, wezîr û endamên damzerîner ên partiyê li rêyên nû digerin û wê ev yek bidome.    ‘BÊKÊRIYA MUXALEFETÊ EMRÊ AKP'Ê DIRÊJ KIR'    Gunay, destnîşan kir ku dema jiyanê ya AKP'ê bi polîtîkaya çewt a Sûriyeyê re mîhadê xwe tije kiriye, lê belê ji ber bêkêriya muxalefetê emrê AKP'ê hinekî din jî dirêj bûye û wê bi îtirazên di nav AKP'ê de ev dem mîhadê xwe tije bike.   MA / Erdogan Alayumat