Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane… 2017-12-02 14:10:48 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ne rejîma Erdogan a yek  zilamiye û wiha got: “Tabloya heyî bi alîkariya CHP, tîfaqê Erdogan,  Bahçelî û Ergenekonê hat avakirin. Di vê tîfaqê de dijminantiya kurdan heye û didom e.”  Foruma bi sernavê “Ne OHAL, Demokrasî” ku di çarçoveya kampanyaya ji bo rakirina OHAL’ê ya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB da destpêkirin de ku li Enqerê hat lidarxistin, bi axaftinan didome. Di forumê de rêveberên rêxistinên sendîka û pişeyî, ji akademîsyenên ji kar hatin avêtin Mutlu Arslan der barê palpiştên hiqûqî yên OHAL’ê de axaftin kirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay jî, di forumê de axivî û bal kişand ser Şoreşa Cotmehê ya ket 100 saliya xwe. Kemalbay, diyar kir ku hîna darbe didome û wiha got: “Ev darbe dibin siya OHAL’ê de tê meşandin. Gelên Tirkiyeyê û bindest bedelên giran di vê pêvajoyê de dan. Pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ya herî kevnare demokrasî û azadî tim bi derbeyan hatine bivirkirin.”    Kemalbay, anî ziman ku di 4’ê Mijdarê de di darbeya li dijî siyasetê de raste rast HDP’ê hedef girtin û wiha domand: “Di encama vê darbeyê de Hevserokên me yên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag,  parlementer û hevşaredarên me hatin rehîngirtin. Ev dewama darbeya 2’yê Adara 1994’an e û di wê seredemê de parlamenterên DEP’ê hatin girtin. Lê di encamê de çi derket holê, vîna siyasî hîn bi hêztir derket holê. Darbe tu carî nikarin vîna gelan tune bikin.”    ‘PIRSGIRÊKA BINGEHÎN NE REJÎMA ERDOGANE’   Kemalbay, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dewlet û rejîmek nû tê avakirin û ev ne hiqûqiye. Gelo çima OHAL’ê ranakin? Ger em di vir de gavê neavêjin û ser nekevin, em ê bi darbeyekê mayîn de re rû bi rû bimîn in. Pirgirêka bingehîn ne rejîma  Erdogane. Pirsgirêka herî bingehîn tifaqa Erdogan, Bahçelî, rejîma Ergenekon û rewşên ketine nava hevin. Dibin navê bekaya dewletê de CHP’ê jî alîkarî da.”    ‘JI BO DEMOKRASIYÊ DÊ TÊKOŞÎN BÊ DAYÎN’   Kemalbay, da zanîn ku CHP'ê jî piştgirî da polîtîkayên şer û wiha pê de çû: “Qebûlkirina tezkereya operasyonên derveyî sînor, tê wateya qabûlkirina polîtîkayên AKP’ê. Têkoşîna li dijî OHAL’ê, tenê ne têkoşîna li dijî rejîma Erdogan e. Divê em vê mîna têkoşîna ber bi demokrasiyê ve çûyînê jî, bibîn in. AKP gotibû ‘Ji bo dewletê me OHAL îlan kir.’ Ne mimkûne ku em AKP’ê ji Cemaatê cuda bikin. Ji ber vê yekê armanc ne tesfiye kirina Fethullahçiyane, armanc ji holê rakirina têkoşîna gelan  e. OHAL ji bo kedkar û karkeran bu dojeh, ji bo sermayedaran jî bû cennet.”   ‘AKP, BI DIJMINANTIYA KURDAN LI SER PIYAN DIMÎNE’   Kemalbay, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “AKP, bi dijminantiya kurdan li ser piyan dimîne. Li dijî vê yekê divê em piştgiriyê bibin gelên Rojava yên Efrînê û vê çeka destên Erdogan ji destên wî derxîne. Divê em hemû hêza xwe ya li kolan û qadan bikin yek û mezintir bikin. Em paşve gav navêjin. Li qadên em lêne, em ê têkoşînê bidomîn in. Teqez em ê qezenc bikin û baweriya me bi vê yekê heye. Bi têkoşîna Nuriye û Semîh, Selahattîn û Fîgen we silav dikim.”