Meclîs bi cezayan dest bi mesayê dike 2017-09-27 13:22:03 ENQERE - Meclîsa Tirkiye ku bi guhertina rêziknameya navxweyî ket betlana havînê, di 1'ê Cotmehê de dest bi salê dike. Di serdema nû de parlamenter dê nikaribin her tiştî li meclîsê biaxivin. Wekîl, ger ku gotinên li dijî rêziknameyê biaxivin dê rastî ceza bên.  Meclîsa Tirkiye ku bi guhertina rêziknameya navxweyî di Tîrmehê de ketibû betlanê. Di 1'ê Cotmehê roja yekşemê jî dest bi serdema 26'emîn a çêkirina zagonan dike. Meclîs dê bi guhertina rêziknameya navxweyî dest bi xebatê bike. Li gorî guhertinê rezîknameyê, mijarên ku Lijneya Şêwirê li ser bûye yek ji her komê dê her komek tenê 10 deqîqeyan karibe bi axive. Ger ku di lijneyê de li hevkirin pêk neyê, pêşniyarên koman ên li ser rojevê xwe bînin rojevê jî dê bên sînorkirin.  Bi guhertina rêziknameyê, dê axaftina parlamenteran bê sînorkirin. Dê her ji komekê tenê mafê 10 deqeyan bê dayîn. Ji partiyên ku pêşniyarê bidin jî dê tenê mafê 5 deqîqeyan bê dayîn. Ji bo partiyên din jê dê tenê 3 deqîqe mafê axaftinê bê dayîn. Bi guhertina rêziknameyê, parlamenterên peyvê li dijî rêziknameyê biaxivin dê rastî ceza bên.    Gotinên mîna "Kurdistan", "Pirsgirêka Ermenî", "komkujî" bê bibin sedema ceza. Dîsa navê bajarên kurdan bi kurdî bên ziman jî dê rastî cezayê pereyan bên.    Parlamento ji ber ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demîrtaş, 8 wekilên HDP'ê û parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu girtî ne, dê bi 10 parlamenterên kêm dest bi sala nû bike.