Onlu: Belgeya siyasetê ya MGK’ê li dijî peyama Ocalan pêş xistin 2019-12-17 14:28:03   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, diyar kir ku belgeya siyasetê ya MGK’ê li ser "Dijminantiya Kurd" hatiye avakirin û li dijî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de parve kiribû hatiye amadekirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dersîmê Alîcan Onlu, Li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê li ser butçeya Lijneya Ewlehiya Nijadî (MGK) axivî. Onlu, anî ziman ku siyaseta MGK’ê li ser yekperestî, înkar, feraseta îttihatkaran hatiye avakirin û ruhê wê îro jî berdewam dike. Onlu, da zanîn ku kaosa îro heyî saziya herî girîng a li ser berberiya civakî û înkara li ser gelaen, çand û baweriyan e û wiha got: "Saziya ku tovê nebaşiyê li welat diçîne û li gorî vê yekê siyasetê ava dikin û rê li pêş pêşketina demokrasiyê digire ye. Belgeya Siyasetê ya MGK’ê li ser dijminantiya Kurd pêş dixin. Ev lijne piştî endamtiya NATO  di bin navê ‘Têkoşîna bi Komünizmê re" hat avakirin. Vê yekê rewşek kaos ava kir. Hemû kesên şoreşger, rewşenbir û muxalif wekî dijmin dît. MGK'ê belgeya siyasetê li ser dijminantiya Kurdan xwe nûjen kiriye. Serokomar Tayyip Erdogan di dema diyaloga di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê de gotibû “Ev bangek ku em bi hesret li benda wê ne." Lê heman Erdogan, di 24'ê Nîsana 2016’an de Mutabaxata Dolmabahçe înkar kir. Birêz Ocalan dijberî vê yekê di 28'ê Sibatê de di salvegera darbeyê de li dijî ruhê darbeyê mutabakata Dolmabahçe amade kiribû. Erdogan bi MGK'ê re îttifak ava kir û dawî li pêvajoyê anî."    ‘LI DIJÎ PEYAMA OCALAN EV YEK HAT PÊŞXISTIN'    Onlu, bal kişand ser civîna MGK'ê ya 30'ê Coteha 2014’an û wiha got: “Dijminantiya Kurd" hatiye avakirin û li dijî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de parve kiribû hatiye amadekirin. Plana Hilweşandinê li dijî peyama Birêz Ocalan a di Newroza sala 2013'an de pêk hatiye. Bi plana têkçûnê bersîv dan destê aştî û çareseriyê. Bingeha darbeye 15'ê Tîrmehê ava kirin. Bingeha Darbeya OHAL'ê ya 20'ê Tîrmehê ava kirin."