Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wezîrê Karê Navxweyî dijminê kurdan e 2019-12-20 13:57:37 STENBOL – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay têkildarî serdegirtina Şaredariya Sûrê got: “Wezîrê Karê Navxweyî û polîs û esker wisa dijminên kurdan in, bi çekên lûle dirêj bi ser mala hevşaredarek ve digirin û çek dixin serê zarokê 10 salî.” Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.    Kubîlay têkildarî binçavkirina Hevşaredara Sûrê û serdegirtina Şaredariya Sûrê de axivî û wiha got: “Mixabin her roj em bi pêkanînên faşîzmê re ji xewê şiyar dibin. Roj tune ku hevşaredarên me nayên binçavkirin, girtin û şaredariyên me nayên desteserkirin. Îro jî em bi agahiyên binçavkirinan şiyar bûn. Polîsan vê sibê avêtin ser şaredariya me ya Sûrê. Avahiya Şaredariyê bi maşîneyên zirxî û bariyeran hatiye dorpêçkirin. Bi awayek hemwext polîsan bi ser mala Hevşaredara me Fîlîz Buluttekîn û endamê meclîsa me Yilmaz Eken de girtin û wan binçavkirin.”   ‘ŞERMA WE YE’    Kubîlay jî piştrast kir ku polîsan di serdegirtina mala hevşaredara wan Buluttekîn de polîsan çek xistiye serê wê, hevjînê wê û kurê wê 10 salî û wiha got: “Wezîrê Karê Navxweyî û polîs û esker wisa dijminên kurdan in, bi çekên lûle dirêj bi ser mala hevşaredarek ve digirin û çek dixin serê zarokê 10 salî. Bi çekan bi ser mala serokşaredarek ve digirin. Ev dijminiyek çawa ye? Em dixwazin raya giştî hemû viya baş dizanibe. Em ê hesabê vê yekê zû an jî dereng bi rêbazên demokratîk û meşru bipirsin. Tişta hûn tînin serê zarokên me wê ji we re nemîne. Pêkanînên niha pêkanînên salên 90’î li pey xwe hiştine. Gelê kurd tu carî desteserkirina îradeya xwe, serdegirtina malan a bêhiqûqî û ku çekê bixin serê zarokên wan tu carî qebûl nekir û wê ji niha şûn ve jî qebûl neke. Çekê hûn dixin serê zarokên me ancak û ancak dikare bibe wêneyê şerma we. Viya wisa qebûl bikin.”    ‘KOMKUJIYÊN BIXWÎN BÛN’    Kubîlay bal kişand ser Komkujiya Mereşê û Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûnê û got: “Operasyonên 19’ê kanûnê wek deqek reş a dîrokê hat nivîsandin. Komkujiya Mereşê jî yek ji komkujiyên herî bixwîn a Tirkiyê ye.”    Kubîlay di dewama axaftina xwe de bal kişand ser geşdanên din ên li Tirkiyê.