HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist 2019-12-21 12:32:34 WAN - Rêxistina HDP'ê bi dirûşma "Em xwe bi rêxistin dikin û em ji bo siberojê dimeşin" li Wanê 3'emîn Konferansa Awarte ya Herêma Serhedê li dar xist. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em xwe bi rêxistin dikin û em ji bo siberojê dimeşin" li Wanê 3'emîn Konferansa Awarte ya Herêma Serhedê li dar xist. Endamên Meclîsa HDP'ê, hevserokên şaredariyên herêmê, hevserokên ku dewsa wan qeyûm hatine tayinkirin, Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, Şevin Coşkun, Murat Sarisaç, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, delegeyên partiyê beşdarî konferansa ku li Otela Urartuyê ya Mezin hat lidarxistin bûn. Li eywana konferansê pankartên bi nivîsên "Em ê bi rihê ciwantiya şoreşê teqez faşîzmê têk bibin","Bi rihê jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin faşîzmê têk bibin","Bi têkoşîna bi rêxistinkirî ber bi jiyanek nû ve" hatin daliqandin. Konferans bi deqeyek rêzgirtin a ji bo kesên ji bo doza azadiyê jiyana xwe ji dest dane hat destpêkirin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava ve hat kirin. Okkeş got:"Her pêvajo li gor xwe xwedî taybetmendiyekê ye. Lê ev pêvajoya niha em di nav de derbas dibin taybetir e. Di vê pêvajoyê de ev konferansa bersiva herî mezin a li dijî îktidarê ye. Polîtikayên zextê yên ku li ser partiya me tên meşandin heger li ser dewletekê bihata meşandin niha ew dewlet hilweşiyaba. Dijminatiye gelê kurd dikin. Derdê me ne tenê siyaset e di heman demê de armanca me ew e ku em li gel kesên tên çewisandin bin. Tevî hemû zextan HDP her dem xwe nû dike."   Konferans ji çapemeniyê re girtî, didome.