HDP: Tiştek bê serê penaberan berpirsiyar Îqtîdar e 2020-02-29 11:29:37   ENQERE - Rêxistina HDP'ê têkildarî polîtîkaya AKP'ê ku penaberan dişîne ser sînor daxuyanî da û wiha got: "AKP, hêrsa trajediya Idlibê ji serê penaberên derdixe. Ger ku di vê rêwîtiya talûke de mirin û trajediyên xemgîn pêk bên berpirsiyarî îqtîdara AKP'ê ye.  Partiya Demnokratîk a Gelan (HDP) têkildarî polîtikayên AKP'ê yên li ser penaberan û şerê Idlibê daxuyanî da. Berdevka komîsyona Penaber û Koçberan Gulsum Agaoglu, têkildarî êrîşa li dijî eskerên TSK'ê yên li Idlibê hatin kuştin daxuyanî da û diyar kir ku berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê ye. Agaoglu, têkildardî biryara hikûmetê ya rêya ewropa li pêş penaberên vekir, wiha got: "Trajediya li Idlibê ne pirsgirêka penaberan e. Pirsgirêka îqtîdarê ye. Her ku dikeve tengasiyê û asê dibe, penaeran dike mijara bazarê. Her dem gefon li Ewropa dixwe û dibêje 'Em ê deriyê xwe  vekin. AKP, penaberan dike amûra bazara polîtik. Niha bi kamyonan penaberan dişînin ser sînorê bejayî. Penaberên ku bi rêya bejayî û bi rêya deryayê biçin welatên ewropa di nava şert û mercên pir talûke û bê tenduristî de diçin Yunanistan û Bulgaristanê. Li ser sînorê Yunanistan û Bulgaristan penaberên Sûriye û Afganistanê di şertê zivistanê de hatine asêkirin. Hin penaber neçar dimînin uk bi botan bi rêya bahrê biçin. Ger ku tiştek bê serê penaberan berpirsiyarê vê yekê îqtîdara AKP’ê ye."