Gunay: Em ê Newrozê li malên xwe pîroz bikin 2020-03-20 13:32:05 AMED – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku dê îşev di saet 20.20’an de agirê Newrozê geş bikin û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku îşev li mala xwe di şibakan, şaneşîn û odeyên xwe de find û lambeyan pêxin û agirê Newrozê geş bikin.”  Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay derbarê pîrozbahiyên Newrozê li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin ya li avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo demokrasî, dad û azadiyê Newroz pîroz be” hat daliqandin. Ji ber parastrina vîrûsa koronayê rûpoş û lepik dan rojnamevanên ku beşdarî daxuyaniyê bûyî. Daxuyanî bi tirkî û kurdî hat dayîn.   ‘BI RÊBAZÊN AQILANE DIVÊ EM CIVAKÊ BIPARÊZIN’   Gunay, diyar kir ku mirovahî di rojên dijwar û zor de derbasdibe û wiha got: “Elema vîrûsa koronayê hemû dinyayê tehdît dike. Ev nexweşî li Kurdistanê jî tesîreke mezin dike. Mirovahî bi hevkarî û alîkariyê dikarê vê nexweşiyê rawestîne. Bi rêbazên aqilane divê em bi xwe û civakê biparêzin û li berxwe bidin.”   ‘NEWROZ TU CARÎ BÊ XWEDÎ NEMAYE’   Gunay, bal kişand ser pîroz kirina Newrozê û wiha axivî: “Sibê ji bo kurdan û gelê Rojhilata Navîn rojeke pir girîng e. Sibê Newroz e û roja berxwedanê ye. Mixabin em nikarin bi milyonan mirovan bînin cem hev. Lê em agirê Newrozê bê xwedî nahêlin. Em ê îsal jî agirê Newrozê geş bikin. Ji bo me her der Newroz e. Em ê îşev li gor rihê Newrozê di saet 20.20’an de li mala xwe di şibakan, şaneşîn û odeyên xwe de find û lambeyan pêxin û agirê Newrozê geş bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku îşev agirê Newrozê geş bikin, dengê xwe bigihînin cîranên xwe û hemû dinyayê. Em bi coş û moral xerabiyê têk bibin. Newroz tu carî bê xwedî nemaye. Em şopdarên wan kesane ku di nava çar diwaran de bi sê zixtên kibrîtê Newroz pîroz kiriye. Cejna Newrozê li kurdan û li hemû gelan pîroz be.”