Temellî: 'AKP'ê dinava 16 salan de cudakarî, nijatperestî û şer pêşxistin'

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, rewşa aboriyê ya tê jiyîn, bi desthilatdariya siyasî ve girêdayî ye û got: “Em bi rêveberiyek krîzê ya mezin rû bi rû re ne”

Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê, bi armanca nexşerêya serdema nû diyar bike, li Navenda Giştî ya Partiyê kom bû. Hevserokê Giştî Sezaî Temellî axaftina vekirina civînê kir û wiha got: “8 mehên pêşiya me ji bo Tirkiyeyê pir krîtîkin. Di vê serdemê de hilbijartina rêveberiyên herêmî û têkoşîna HDP dê bi rêve bibe ji bo me girîngin. Emê jî xebatên xwe di vê çarçoveyê de bi rêve bibin.”
 
‘PÊKANÎNÊN KEYFÎ YÊN DI DARAZÊ DE NAYÊN QEBÛL KIRIN’
 
Temellî, bal kişand ser rewşa parlamentera HDP’ê Leyla Guven û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê êdî pergala darazê, bi fermana Qesrê tê  bi rêve birin. Berdana Guven tenê du saetan berdewam kir û du saet şûn de cardin girtin. Weke ku ev ne best be vê carê nabin nexweşxanê. Ji ber ku di girtîgehê de stran got rastî cezayê dîsîplînê hat. Ev pêkanînên keyfî yên di darazê de nayên qebûl kirin.” 
 
Temellî, li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn jî rawestiya û wiha bilêv kir: “Li Wanê, dibin çavan de îşkenceya li malbatekê hatibû kirin tevahiya Tirkiyeyê şopand. Ligel ku bi dehan car me ev mijar anî ser ziman jî, Wezareta Dadê tu tişt nekir û negot. Hemû sazî, bi ferman û ramanên aqlekê siyasî tevdigerin. Ji ber vê yekê niha li girtîgehan nêzî 700 girtî û hikûxarên nexweş hene.”   
 
‘ZATÊ WEZARETA KARÊ HÛNDIR’
 
Temellî, behsa malbata Şenyara ya berî hilbijartinê li navçeya Pirsûsa Rihayê tiştên jiyîn jî kir û wiha bilêv kir: “Derbarê komkujiya berî hilbijartinê li Pirsûsê hat jiyîn û 3 hevalên me yên li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin de hîna tu pêngav nehatiye avêtin û bersûcek nehatiye binçav kirin. Li vê derê em cardin bang li zatê Wezareta Karê Hûndir dikin. Erka we ew e ku hûn sûcdaran bigirin û ne ku hûn gotinan ji bo kesên li dijî sûcdaran têdikoşin, bêjin.”   
 
‘OHAL DAÎMÎ KIRIN’
 
Temellî, da zanîn ku OHAL’a du salan Tirkiyeyê ber bi hilwelandinê ve bir, niha bi qanûnan daîmî kirin û wiha rêz kir: “Erkên mezin dan walitiyan. Pergala rewşa awarte ya derdorê avakirin. Ger walî bixwazin, dikarin destûr nedin mirov bikevin bajaran û derbarê kesan de teserûfa îdarî bike. Em niha bi pêkanînên qedexeyên mafên mirovan ên bi rehetî bigerin re rû bi rû ne. Di vir de edalet tuneye. Ev rewşa awarteye û tu carî nayê qebûl kirin. 
 
‘DIBE KU ŞER QEZENC BIKE, LÊ GELÊN SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ WINDA DIKIN’
 
Temellî, gotinên xwe wiha berdewam kir: “Li vî welatî dibin feraseta desthilatdariyê de ragehiyek mezin heye. Desthilatdariyek ku mirovan dike dijminê hev, êdî bo van gotinê xwe li tevahiya civakê belav bûye. Bedela vê yekê mirov, jin, kedkar û heywan didin. Hîna duh li Maltepe  mirov dinava kolanan de hat lînc kirin. Rastiya bûyerê ne diyare. Dinava 16 salan de cudakarî, nijatperestî û tundî tim pêşxistin. Rewşa aboriyê ya tê jiyîn jî, bi desthilatdariya siyasî ve girêdayî ye. Em bi rêveberiyek krîzê ya mezin rû bi rû re ne.”  
 
Temellî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye di warê polîtîkayên ji derveyî welat de, dinava hilweşandinekê dê ye. Polîtîkayên ji derveyî welat êdî veguheriye bazara rehînê. Dibe ku pişesaziya şer qezenc dike, lê gelên Sûriye û Tirkiyeyê winda dikin.” 
 
Piştî axaftina Temellî civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.