Beştaş: Tu jî dê biçî…

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a têkildarî HDP’ê da û bi van gotinan bersiva Erdogan da: “Gelek kes wekî te gef li gel xwarin. Hemû hatin û çûn. Dê tê jî biçî.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî li ser hesabê xwe yê twitterê bertek nîşanî daxuyaniya “Dê hesab ji kesên ji bo ketina parlamentoyê piştgirî dane HDP’ê hesab bê pirsîn.” Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan da. Beştaş li ser hesabê xwe bi van gotinan bersiv da Erdogan: “Gelek kes wekî te gef li gel xwarin. Hemû hatin û çûn. Dê tê jî biçî. Lê ev gel dê her demê li vir be.”
 
Erdogan îro saetên nîvro di 5’emîn Kongreya Asayî ya Baskên Jinan a AKP’ê  de axivî û di axaftina xwe de gef li kesên dengê dane HDP’ê xwar. Erdogan got ku dê hesab ji kesên ji bo ketina parlamentoyê dengê xwe dane HDP’ê bi pirsin.