Temellî: Rêya aştiyê di vemirandina şewatan re derbas dibe

img
 
RIHA – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, beşdarî pîrozbahiya Cejna Qurbanê ya li avahiya HDP'a Rihayê bû û got: “Ger ku tecrîd rabe em dê cejnên hîn xweştir bibînin. Rêya aştiyê di vemirandina şewata daristanan re derbas dibe." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê li avahiya xwe bernameya Cejna Qurbanê pêk anî. Parlamenter, rêveber û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, beşdarî bernameya Cejna Qurbanê ya li avahiya HDP'a Rihayê bûn û cejna gel pîroz kirin. Temellî, di pîrozbahiyê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şewatên daristanê yên li herêmê belav dibin. Temellî anî ziman ku êşên li Tirkiye roj bi roj zêdetir dibin û wiha got: "Ji bo em bi xwişk û biratî bijîn û di nava jiyanek aştiyane de bijîm emê têbikoşin. Ger ku tecrîd rabe em dê cejnên hîn xweştir bibînin. Rêya aştiyê di vemirandina şewata daristanan re derbas dibe. Ji bo em têkoşînê xwurt bikin pêdivî ji yekîtiyê heye. Em dibînin ku welat di bin tecrîdek mezin de ye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em nikarin cejnên xweş bibînin. Ji bo cejnên xweş divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Ji roja li Îmraliyê tercîdê dest pê kiriye heta niha mirov bûne du enî û hatine hemberî hev. Divê tecrîd bi dawî bibe. Divê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. 
 
BI DEH HEZARAN GIRTÎ JI BER AŞTÎ XWESTINE GIRTÎ NE
 
Temellî, bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha axivî: "Niha bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Ne ji ber sucdar in girtîne. Ji ber ku aştî xwestine hatine girtin. Di serî de Selahattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Aysel Tugluk û Sebahat Tuncel divê hemû girtiyên siyasî serbest bên darizandin. Hemî li dijî hiqûqê girtî ne. Heta girtiyên siyasî neyên berdan civak aram nabe. 2 meh berê malbata Şenyaşar li Pirsûsê êşek mezin jiyan. 3 can li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavên walî, polîs û wezîr hatin kuştin. Di bedena wan de guleyên 17 çekên cuda hatin derxistin. Heta niha 17 kesên ku ev çek teqandine yek jî nehatiye girtin. Divê Wezîrê Karên Hundir ji ber heta niha bersûcê malbata Şenyaşar negirtine û danerizandine îstîfa bike. Bi vî halî bersûcan diparêze. Ji ber vê yekê divê îstîfa bike." 
 
'DESTÛR NEDAN EZ ARÎN BIBÎNIM'
 
Temellî, anî ziman ku ji bo Arina biçûk û dayika wê li girtîgehê ziyaret bike serî li Wezareta Dadê dan û ev daxwaza wan ji aliyê Wezareta Dadê ve hat redkirin. Temellî, da zanîn ku Arîn di nava şert û mercê xerab de dijî û nikare li girtîgehê nefes bistîne û wiha got: "Şertê jiyanê yê Arîn li vir tune ye. Niha li ser gelê kurd hestê nifrînê pêş dixin. Ev îktîdar dijminantiya ked, ijn û gel dike."
 
RÊYA AŞTIYÊ VEMIRANDINA AGIRÊ DARISTANAN E
 
Temellî, herî dawî destnîşan kir ku li çiyayên Dersîmê bi hefteyan e şewat didome û wiha bi dawî kir: "Li bajarên Tirkiye dema agir bi daristanê dikeve, hemû balafir, helîkopter û yekîneyên şewatê bi lez û bez mudaxale dikin. Lê di şewata daristanê de Wezîr li min geriya û got em ê eleqeder bibin, lê hêj mudaxale nekiriye. Niha pasûr, Cûdî, Dersîm, dişewite. Lê mudaxale nakin. Sedema vê yekê dijminantî ye. Rêya Aştiyê vemirandina şewatên daristanê ye. Îktîdar bi polîtîkayên şer tev digere. Divê her kes li dijî van polîtîkayan raweste û aştiyê pêş bixin."