Hevalê Ocalan ê salên xwendekariyê Ayhan: Tirkiye tê tecrîdkirin

img
ENQERE – Abdurrahman Ayhan ê di salên xwendekiriyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kir got: “Bi tecrîdkirina Ocalan re Tirkiye jî tê tecrîdkirin. Ocalan rêberek ji bo aştiyê kefen li xwe kiriye.” 
 
Abdurrahman Ayhan, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji salên xwendekariyê yên li Enqereyê nas dike. Hevalê Ocalan, Ayhan bal kişand ser hewldanên aştiyê yên Ocalan û got: “Aştî ji bo Ocalan her tim bû awayê têkoşînek bingehîn.” 
 
'BERTEKÊN WÎ QET VENEGERIYAN DIJMINAHIYÊ’ 
 
Ayhan diyar kir ku Ocalan ji her kesî bêtir bi tarzek û nêzîkatiyek cuda nêzî mijaran dibe û got: “Brêz Ocalan tu carî bertek nîşanî yê xwe nedida û tu demê bertekên wî nebûn dijminahî. Her tim ji bo aştiyê hewldanan dikir. Birêz Ocalan ji bo aştî pêk bê her tim gotinên xwe vegot. Di tecrîdkirina giran a li Îmraliyê jî gotinên xwe yên aştiyê got. Ew li dijî şer e û her tim behsa wekhevî û aştiyê dike.” 
 
'LÎDEREK JI BO AŞTIYÊ KEFEN LI XWE KIRIYE’ 
 
Ayhan destnîaşn kir ku aştî ji bo Ocalan mijara bingehîn e û got: “Her kes wî şervan dizane. Lê bes birêz Ocalan nizane sîlehê jî bixebitîne. Di salên xwendekariyê dema sîleh didît jê hez nedkir. Ji bo wî têkoşîna aştiyê meşandin û fikr û raman afirandin bû. Bi rastî jî Ocalan rêberek ji bo aştiyê kefen li xwe kiriye.” 
 
'DIBÊJE AŞTÎ DÊ BI TÊKOŞÎNA GEL WERE’ 
 
Ayhan da zanîn ku Ocalan digot “dê aştî bi têkoşîna gel were” û wiha dewam kir: “Ocalan tu carî ne alîgirê şer e. Ew her tim xwedî bîrdoziyek ekolojîparêz û civakparêz e. Girîngî dide yekîtiya hemû karker û gelên cîhanê. Nirxên mirovahiyê hêja dibîne. Xwîn rijandin û şer qewimandin ne felsefeya Ocalan e. Di felsefeya wî de civakek azad û aştî heye. Di salên xwendekariyê de dema pevçûn di nav koman de derdiket, ne bi nêzîkatiyek dijminî bi nêzîkatiyek çareser nêz dibû û dahurandinan dikir. Ji bo mirovan bi dest bixe, rojên xwe xerc dikir. Ocalan di pêvajoya komployê de digot serkeftina şer nîne, ne ji bo şer ji bo aştiyê em têdikoşin.” 
 
'AŞTIYÊ JÎ TECRÎD DIKIN’ 
 
Ayhan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Ew her tim têkoşîna aştiyê dide. Biratyê, wekhevî, jiyanek bi hev re û civakek bê şer dixwaze. Ji her kesî bêtir dixwaze. Ji bo ku Birêz Ocalan rastiya dewlet û îktîdarê dizane tê tecrîdkirin. Îktîdar ji bo zext û mêtingeriya xwe dewam bike, wî tecrîd dike. Ji bo ku birêz Ocalan aştî dixwaze û jiyanek bi aştiya mayînde û birûmet dixwaze îro tecrîdek girankirî li serê didin meşandin. Bi tecrîdkirina Ocalan re aştiya Tirkiyeyê jî tê tecrîdkirin. Ji bo birêz Ocalan aştî çareseriyek e. Birêz Ocalan di salên xwendekariyê de ji digot ‘têkoşîna aştiyê.’ Wî her tim bi awayek stratejîk li aştiyê dinêrî.” 
 
MA / Bêrîvan Altan- Selman Guzelyuz