Leyla Guven: Divê her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan

img
AMED - Hevseroka KCD'ê ya girtî Leyla Guven, ji Girtîgehê peyam ji Lijneya Giştî ya KCD'ê re peyam şand û xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Guven, ani ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê hemû rêxistinên demokratîk rabin ser piyan. Guven, ji bo yekîtiya neteweya kurd jî xwest her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 1'emîn Civîna Lijneya Giştî ya Kongreya 8'emin li salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina HDP'e ya Amedê pêk anî. Lijneya Giştî dê 2 rojan berdewam bike. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê peyamek şand. Endama Hevserokatiya Dîwanê ya KCD'ê Mekiye Guzel peyama Guven xwend. Peyam peyam diyarî endama KCD'ê Dilek Adsan kir û anî ziman ku dê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bike. Guven, ji malbata Adsan re sersaxî xwest. 
 
Guven, di peyama xwe de wiha got: 
 
Wefata rêhevala me Dîlek Adsan a ku heta dawiya jiyana xwe di nava têkoşînê de cih girt, me gelekî xemgîn kir. Di xebata di qada jinan û sendîkayê de meşand,  her tim serkeftî bû. Parastin hemû nirxên ku wê bi têkoşîna xwe ya bêhempa afirandiye û gihandina serfiraziyê deynê sitûyê me hemûyan e. Di serî de serê malbata Adsan û hemû rêhevalên me sax be.
Rêzdar Dîwan, nûnerên rêzdar ên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, delegasyona rêzdar û kedkarên çapemeniyê, ez we bi rêzdarî û heskirineke bêdawî silav dikim. Em wekî jinên girtî yên siyasî li keleha berxwedanê Zindana Amedê tên girtin serkeftin ji lijneya giştî dixwazin.
 
WEKÎ BRÊZ OCALAN GOTIYE: LI WELATÊ NAN BÊ NAN MANE
 
Min bihîst ku hûn ê di pêvajoyeke ku geşedanên girîng lê tê jiyîn de civîna xwe ya Lijneya Giştî pêk bînin. Her çiqasî ji ber nebûna li cem we xemgîn bim jî, min xwest bi peyamekê xwe bigihînim cem we.
Yek ji erdnîgariya ku civakbûna mirovahiyê lê avabûye Rojhilata Navîn e. Ev erdnîgariya ku ji bo pêşketina civakbûnê xwedî derfetên mezine jî, lê mixabin ji bo gelên herêmê ev derfet nemaye û ji holê rabûye. Wekî ku Birêz Ocalan aniye ziman "Li welatê nan, bênan mane" vê rewşê bi awayekî vekirî rave dike. Bêguman ev ji bo gelê me ne qederek e. Ew hêza gelê me heye ku bi meşandina têkoşîna demokratîk û şoreşê dikare vê rewşê biguherîne.
Di sedsala derbasbûyî de bi taybetî di şerê parvekirinê yê duyemîn de hêzên emperyalist netewe dewletên xwe avakirin. Gelên din jî di serî de ji mafê jiyanî û hemû mafên din bêpar hatin hiştin. Piştî vê dîrokê li erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku pêşengî ji mirovahiyê re kiriye, bû cihê şer, gengeşî û krîzê û veguheradine dojeha ku hemû nirxên mirovahiyê lê hatiye binpêkirin. Lê belê dîrok vê erdnîgariyê wekî erdnîgariya ku hemû gel, bawerî, çandên cuda di nava hevkarî, hezkirin û bi hev re jiyane daye naskirin. 
 
Di serê sedsala 20'emin de ji Împaratoriya Osmaniyan a ku wekî "zilamê nexweş" dihat pênasekirin, Komara Tirkiyeyê derket holê. Netewe dewleta tirk ji bo xwe bi bandor bike û hebûna xwe teqez bike bîrdoziya tirkbûnê esas girt. Bi vê re li hemberî hemû gelên li ser erdnîgariya Osmaniyan dijîn polîtîkaya tirkbûnê xistin dewrê. Di salên komar hat avakirin de li Tirkiyeyê gelên mîna arnavût, ermenî, slav, bulgar, boşnak, pomak, tatar, tirk, çerkes, durzî, rûm, ecem, ereb, sirp, kurd, gurcu, cihû, asûrî, keldanî, suryanî, laz û her wekî din jiyan dikirin. Bi armanca van hemû gelan bikin tirk û misilman gelek sazî û dezgeh ava kirin. Wekî mînak, Alayên Hamidiye, Kuvaî Milliye, Teşkîlata Mahsûsa,  Îttîhat Terakî, Jon tirk, Yekitiya Talebeyên Tirk ên Millî, Ocaxên Tirkan û gelek saziyên din hatin avakirin û bi destekdayîneke mezin wan xistin dewrê. Ev salana ji bo gelên din bûn salên komkujî û qirkirinê. Gelê kurd jî wekî gelên din li hemberî van polîtîkayên tirkkirinê ya ji hêla netewe dewleta tirk ve hat pêşxistin, ji vbo azadî û mafên xwe li ber xwe da. Peymana Sewrê ya piştî Şerê Cîhanê yû Yekemîn hat îmzekirin, gelê kurd û Kurdistan li qada navnetewî hat naskirin. Hetta bi belgeyeke hiqûqî ewilî xweserî bidana kurdan û dawiyê jî ger ku bixwazin dikarin serxwebûna xwe îlan bikin. Xalên 62, 63 û 64'an ên peymanê li ser van mafan hatine amadekirin. Komara Tirkiyeyê ji bo pêşîya vê yekê bigire her tiştênn xwe seferber kir.  Dawiyê bi îmzekirina Peymana Lozanê, Peymana Sewrê ji holê rabû. Kurdistan kirin çar perçe û her perçeyekî wê dane netewe dewketekê. Ji hêla van netewe dewletan ve bi polîtîkayên pişaftin û entegrekirinê re rû bi rû man. Ev polîtîka îro jî tê domandin. Ev sedsalin bi qasî misqalekê jî guhertin bi vê hişmendiyênre çûnebûye. Lê belê projeya netewe dewletan a li ser tekparêziyê hatiye avakirin li hemberî têkoşîna gelan bi ser neket û dê bi sernekeve. 
Wexta em îro lê dinêrin vênyekê baştir dibînin. Me dawiya yên li ser şerê qirêj û taybet siyaset dimeşandin dît. Wexta di vir de mirov li siyaseta Tirkiyeyê dinêre, zargotina "yên niha rehmetê li yên çûyî dixwîne" tê bîra mirov. Polltîkayên dewletê ku sedsal berê dimeşand gelekî dişibe polîtîkayên AKP'ê yên ku niha dimeşîne. Serokê Giştî yê AKP'ê wekî ku ji gotinên berê kiriyê poşmaniya xwe tîne ziman û dibêje "Kurd tune ye û pirsgirêka wê jî tune ye". 
Hatiye vê merhalê.
 
AKP'Ê KAMPANYA LI SER HEQARET Û ÎNKARA KURDAN MEŞAND
 
Me di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dît ku AKP kampanya xwe ya hilbijartinê li ser heqaret û êrîşkirina nirxê kurdan meşandin. Dîsa pêkanînên li hemberî cenaze û gorên kurdan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di şerên herî dijwar de jî her alî dihêlin ku cenaze bên definkirin. Çi dibe bila bibe dest nadin mirî cenazeyên hev. Ev pêkanîna dijmirovahî yek ji polîtîkayên tunekirin û înkarkirina AKP'ê ya li hemberî gelê kurd e. Dê dîrok tu carî vê yekê efû neke.
Di van demê dawî de zimanê li hemberî partiya me tê bikaranîn, gefên li hevserokên me tên xwarin û fermana êrîşa li hemberî Dayikên Şemiyê mînaka herî berbiçav a hewldana AKP'ê ji bo tunekirin kurdan e. Tê zanîn ku ew nikare bi vê hişmendî û polîtîkayên ewlehiyê nikare encamê bigirin. Dîsa heke niyeta wan a çareseriyê hebûya serî li ev pêkanînên dijmirovahî nedidan.
Ligel ku hesasiyeta gelê kurd a ji bo Birêz Ocalan baş zanin jî tecrîda dimeşînin girantir kirine. Di serî de Ewropa hemû dinya li hemberî tecrîdê bêdeng in û qanûnên xwe binpê dikin. Gelê me yê Ewropayê di serî de li ber CPT û saziyên navneteweyî nobetê digirin. Ev saziyên ziman çav û guhê xwe ji vê tecrîda dijmirovahî girtine, bûne şirîkê vî sûcî. Her wiha ev tecrîdeke navneteweyî ye. Ji ev tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bibe, divê di serî gelê me, hemû hêzên şoreşger û demokrat têkevin nav tevgerê. Bêguman ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe divê ewilî ji bo fikir û projeyên Birêz Ocalan têkevin jiyanê, têkevin nav liv û tevgerê. Xebata Yekitiya Neteweyî ya Kurd yek ji projeya herî sereke ye. Pirsgirêka kurd êdî bûye mijareke gerdûnî û bûye navneteweyî. Gelê ku ji bo nirxên têdikoşe dê di dawiya dawî de bi serkeftinê bi encam bibe. Ev têkoşîn rewatiya xwe ji mafdariya xwe digire. Peywîra ku dikeve ser milê me, siyaseta demokratîk li ser bingeheke rast bimeşînin. Ev jî bi avakirina ruhê neteweyî mumkun e. Di serî de rêveberiya Başûrê Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê lez bidin xebatên yekitiya neteweyî. Parastina destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê û valaderxistina polîtîkayên dewleta tirk encax bi avakirina yekitiya neteweyî mumkune. Mînak; Rojavayê Kurdistanê dikare destkeftiyên xwe biparêze û em dikarin dawî li gefên ku li ser wê tên xwarin bînin.
 
KCD'Ê ROL DAYE SER XWE KU YEKÎTIYA KURDAN AVA BIKE
 
KCD ji ber ji hemû gel, bawerî û çandên cuda yên Kurdistanê pêk tê û kongreya van hemû beşan e, xebatên wê jî gelekî girîng e. Kongreya ku mîsyona wê li ser siyasetê ye, rêxistineyeke rast û sazîbûn peywira esasî ya hemû delegasyona kongreyê ye.  KCD peywira daye ser milê xwe di aliyê avakirinan yekitiya kurd de rola xwe bilîze, wê bi xebatên xwe hemûn gelên Kurdistanê bi rêxistin bike. Ew rol û mîsyona xwe ya exlaqî û polîtîk di rêxistinkirina civakê de pêk bîne wê demê xebatên xwe berfîrehtir bike û xwe bigihîne hemû gelan û serfiraziyê.
Bi vê bîr û baweriyê we hemûyan bi rêzdarî silav dikim û di xebatên we de serkeftinê dixwazim.