Meclîs bi tezkereya operasyona derveyî sînor vedibe

img
ENQERE - Dê serdema nû ya Meclîsê di 1'ê Cotmehê de dest pê bike. Di rojeva meclîsê de guherîna tuzuka hundur ku tezkereya operasyonên derveyî sînor, pêşnûmaya efûyê û sererastkirinên dengê muxalefetê bitepisîne tê de cih digirin heye. 
 
Serdema 27'emîn a Meclîsê dê sibê dest pê bike. Dê îsal ji ber krîza aborî û tevdîrên tasarûfê, wekî salên berê resepsiyona vekirinê çênebe. Dê di 1'ê Cotmehê de serdema nû ya meclîsê bi rûniştineke taybet ku dê Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim Desteya Giştî bi rê ve bibe dest pê bike û dê di vekirinê de Serokomar Recep Tayyip Erdogan xîtabî parlementeran bike. 
 
Xebatên meclîsê jî dê di 2'yê Cotmehê de bi civînên komên partiyan dest pê bike. Rojevên sereke tezkereya operasyona derveyî sînor e. Paşê dê guherandina tuzuka hundur, budçe û pêşnûmaya efûyê bê nîqaşkirin. 
 
Tê payîn ku çawa serdema nû ya meclîsê dest pê bike dê AKP'ya ku dixwaze bi guherandina tuzuka hundur dengê muxalefetê bitepisîne, guherandina tuzukê têxe rojevê. 
 
Her wha tezkereya ji bo operasiyan derveyî sînor di 20'ê Îlonê de berpêşî meclîsê hatibû kirin. Tê gotin dê tezkereya ku di 17'ê Tîrmeha 2017'an de hatibû derxistin heta 31'ê Cotmeha 2018'an bê dirêjkirin. CHP, AKP û MHP'ê bi awayekî hevpar ev etzkere qebûl kiribûn, lê belê HDP'ê dengê "na" bi kar anîbû. Ger tezkere bç qebûlkirin, dê hikûmet karibe operasyona derveyî sînor bike. 
 
Di serdema nû de mijara ku dê bê nîqaşkirin jî "tehliyekirina şertî" ye ku MHP xist rojeva meclîsê. AKP ji roja ewil ve gotibû "di rojeva me de efû tune ye", lê belê MHP'ê vê carê "tehliyekirina şertî" berpêşî meclîsê kiribû. Eger bê qebûlkirin dê cezayê kesên heta 9'ê Gulana 2018'an sûc kirine 5 salan bê daxistin. Lê belê sûcên li hemberî dewletê, cinayet, zayendî, sûcên li hemberî jin-mêran derî vê yekê hatin hiştin. Ger pêşnûma bê qebûlkirin ji xeynî girtiyên siyasî dê cezayê nêzî 162 hezar kesî bê daxistin.