Wekîla Serokên Koma HDP'ê Kurtulan: Guven berdin

img
ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di sala nû ya meclîsê de axivî û xwest parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bê berdan û meclîs ji vê şermê rizgar bibe. 
 
Îro dema 2'emîn a Serdema 27’an a avakirina Qanûnan a Meclisê vebû. Di serdema nû de Seroka Wekîla Koma Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan li meclisê civîna çapemeniyê pêk anî. Der barê serdema nû de nirxandin kir. Kurtulan, diyar kir ku wekî HDP'ê ji roja hatine avakirin heta niha rastî zextên gelek zêde hatin û wiha got: "Ev zextên li ser partiya me didomin. Me serdema 26’emîn a meclîsê li pey xwe hişt. Di vê serdemê de Hevserokên partiya me û parlamenterên me hatin girtin. Wekîltiya wan hatin xistin. Niha hêj wekîla HDP'ê ya Colemêrgê girtî ye. Girtina parlamenterên me yên girtî li dijî Qanûna Bingehîn e. Em dixwazin wekîla me ya Colemerê Leyla Guven serbest bê berdan. Em dixwazin meclîs xwe ji vê şermê rizgar bike. Di rewşa welatê me yê bi vî rengî de sekn û têkoşina partiya me ya demokrasiyê gelek bi wate ye. Em meclisê ne dikin navenda têkoşîna xwe û ne jî tune dihesibînin. Partiya me tevî hemû zextan girîngî daye hilbijartina 24'ê Hezîranê. Hemû hêzên Tirkiye yên muxalif xistin bin baneyê xwe û li meclisê koma xwe ava kir. Rewşa Meclîsê ya niha rewşa Tirkiye ya biçûk e. Niha partiya me deng û rengê hemû pêkhateyên Tirkiye ye. 
 
‘DI SERDEMA OSMANÎ DE DUYUN -Û MUMUMİYE NIHA HAVÊ ERDOGAN 
 
Kurtulan, anî ziman ku HDP girîngiyê dide jiyana jin, kedkar û hemû beşên civakê û wiha berdewam kir: "Pereyê me li hemberî dolar roj bi roj qîmeta xwe winda dike. Her ku diçe debar zahmet dibe û her tişt buha dibe. AKP dixwaze krîza aorî bavê ser pişta civakê. Di serdema Osmanî de aborî bi destê Duyun-u Umumiye, niha bi destê zavayê Erdogan bi rêve diçe.  Ji destpêkê heta niha aborî bi destê zavayan bi rêve birin. Li aliyekî DYA dijmin îlan dikin, li aliyê din aboriyê dixin destê DYA'yê. Aboriya Tirkiye dixin rewşek ne diyar. Divê ev yek bi raya giştî re bê parvekirin." 
 
‘WELATÊ ME ÎRO KIRINE GIRTÎGEH 
 
Kurtulan, da zanîn ku niha Tirkiye ketiye rewşa ku nikare birêve biçe û wiha got: "Rewşa ku niha Tirkiye nikare xwe bi rêve bibe ji ber şerê heyî ye. Ji ber rê li pêş aştiyê hatiye girtin. Karê meclîsê yê ewil teskereya dersînor a Sûriye û Iraqê ye. Tu projeyên Tirkiye yen aştî û demokratîkbûnê tune ye. Lêçûna parastina eskerî pişta welatê me şikandiye. Ev lêçûna eskerî û parastinê yek ji sedema krîza aborî ye. Li welatê me krîza aborî heye. Îro Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê jî tê binpêkirin. Darbe pêk anîn. Piştre OHAL îlan kirin. Îhlal li ser îhlalê zêde kirin. Welatê me îro kirine girtîgeha serkvekirî. Kesên ku vê rewşê irîraz dikin û qebûl nakin tên girtin. Hemû kesên li dijî vê rewşê derdikevin tên girtin û girtî ne." 
 
AKP'Ê TIRKIYE XISTIYE NAVA KRÎZA ROJHILATA NAVÎN
 
Kurtulan, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku AKP Tirkiye xistiyie nava kriza Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir: "Bi DAİŞ'ê re ketin nava hevkariyê. Polîtikaya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re li dijî pergala Kurdan bû. AKP bi vê polîtîkayê welat xist nava celb û krîza Rojhilata Navîn. Em hevdîtinên bi Almanya re dibînin. Kriterên Kobenhang binpê kirine. Kurdan bazar dikin. Serokomar Erdogan li aliyekî li Almanya Bîrdariyê ziyaret dike, li aliyê din destûr nadin ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Ev pir li dijî hev in. Dayik bi salan in li hestiyên zarokên xwe digerin. Lê destûr nadin ku dayik daxwazên xwe bînin ziman. AKP-MHP  bi hevkariya hev dengê Dayikên Şemiyê qut dike. Li erdêkaşkirina dayikên şemiyê ya bi destê AKP-MHP'ê nayê qebûlkirin. Dayikên ku hêj negihiştine hestiyên zarokên xwe yên li Sûr û Cizirê hene. Dema em vê yekê bidin ber çavan ziyareta Erdogan a Bîrdraiya li Berlinê dirûtî ye." 
 
‘QANÛNA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK LEZGÎN FERZ E'
 
Kurtulan, herî dawî destnîşan kir ku bi lezgîn pêdiviya Tirkiye bi qanûna bingehîn a demokratîk heye û divê Meclîsa Tirkiye ji bo pêşxistina demokrasî û mafên mirovan têkoşîna xwe mezin bike.