Bîlgen: Erdogan îlan kir ku AYM û YSK bê wate ye

img
ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, bertek nîşanî gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a piştî hilbijartinan dê dîsa qeyûm tayîn bikin da û wiha got: “Gotinên Erdogan ên duh nenaskirina YSK û AYM'ê ye. Bi vê daxuyaniya Erdogan êdî AYM û YKS êdî bê wate bûne. Dixwazin bi rêbazên dijdemokratîk û dij hiqûqî serdestiya sindoqan bikin. Bi vê yekê hilbijartin, siyaset û demokrasî bê wate û qîmet dibe. 
 
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, li meclîsa mezin a Tirkiyeyê civîna çapemeniyê pêk anî û bertek nîşanî gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a der barê hilbijartin û rêveberiyên herêmî de da. Bilgen, anî ziman ku rojeva herî vahîm a Tirkiye krîza aborî ye û wiha got: "Lê hikûmet ji ber ku naxwaze rewşa vahîm a aboriyê bê dîtin dest bi polemika siyasetê dike û rojevê aloz û şolî dike. Tirkiye dê ji krîza 2001'ê mezintir krîzê bijî. Kesên ku li dervê welat fikara aboriya Tirkiye dijî, diyar dikin ku li Tirkiye enflasyona rastî ji sedî 76 û zêdetir in. Li şûna hikûmet vê yekê niqaş bike û zelal bike, çareser bike, dest bi polemîka siyasî kiriye. Niha pirsgirêka rahîp Brunson a 12'ê Îlonê dê çi bibe bûye pirsgirêka bingehîn. Krîz heye tune ye? Ger ku hebe sedema wê pirsgirêka hundirîn e an derve ye. Daraz serbbixwe ye ya na? Divê hikûmeta ku Tirkiye bi rêve dibe li bersîva van pirsan bigere û rast bibersivîne. 
Em dixwazin pirsgirêka Tirkiye ya aborîyê rast çareser bibe. Dê di demên pêş de krîza aborî ya Tirkiye dê krîza 2001'an derbas bike. Ji bo bankayên hilweşiyane ketine nava hewldanan. Ev talûyekem mezintir nîşan dide. Êdî şika ku mirov fabrîqeyên xwe bişewitînin zêde bûye. 
 
‘EM BI TABLOYEK VAHÎM RE RÛ BI RÛ NE'
 
Bilgen, bal kişand ser daxuyaniya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a duh li kampa AKP'ê der barê hilbijartina rêveberiyên herêmî de anî ziman û wiha berdewam kir: "Di civîna partiyekê de û nirxandinê partiyekê ya der barê partiyek din de her partî çand û gotina xwe ya siyasî nîşan dide. Helwesta duh li Kizilcahamamê di heman demê de meqamê Erdogan û nêzîkatiya dewleta Tirkiye nîşan dide. Partiyek nikare der barê partiyekê de rewatiya wê nişan bide. Partiyek rewa an ne rewa bi biryar û nerîna partiyek din ve ne girêdayî ye. Niha hêzên 27'ê Gulanê û 28'ê Sibatê niqaşa meşrûtiyetê dikin. Partiyek ku 6 milyon hilbijêrê wê hene, partiyek din nikare der barê namzetê wê de biryar bide ku kijan namzet rewa ye an ne rewa ye. Nikare mudaxaleyî lîsteya namzetê partiyek din bike. An bila qet hilbijartinê nekin û ji bo qebûlê serlêdan bikin. Li cîhanê li welatên ku wateya hilbijartinê tune jî ne wisa ye. Bi vê helwesta Erdogan êdî YSK û AYM bê wate û pûç bûye. Erdogan îlan dike ku YSK û AYM bê wate ye. ‘Tevlibûna terorê' tê çi wateyê. Li gorî hiqûqê tê çi qateyê? Tirkiye bi kaosa aborî re rû bi rû ye. Ji bo ser kaosa aborî bincil bike polemîkên siyasî dixe rojeva gel. 
 
Ayhan bal kişand ser pirsgirêkên li Sûriye jî û anî ziman ku pirsgirêk bi hêza navxweyî û bi axaftin û diyalogê çareser dibe.