Temellî: Min navnîşanê Îmraliyê nîşan da

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî banga aştiyê ya duh bû rojev got: “Ne banga îtîfaqekê ye. Heke aliyên şer hevdîtina bikin dê muxatab hevdîtinê bikin. Ji ber vê ye ku min navnîşanê Îmraliyê nîşan da. Em jî neçarin piştevaniya pêvajoyek wiha bikin.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û heyeta pê re Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Hemû Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan (TUM BEL-SEN)  ziyaret kir. Parlamenter Ayşe Acar Başaran, Kemal Bulbul û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Gunay Kubîlay di ziyaretê de cih girtin. Heyeta HDP’ê ji aliyê Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Erdal Bozkurt û rêveberan hatin pêşwazîkirin. 
 
Temellî di serdanê de axivî û diyar kir ku qada kedê bi pirsgirêkên pir zêde re rû bi rû ye û ew ziyaret ali gel sendîkayên ked û têkoşînê didin bi zêdehî girîngiyê didinê. Temellî anî ziman ku ew ê bi hev re pirsgirêkên hev çareser bikin û got: “Tirkiye di nava gerîneka pirsgirêkan de maye. Nihal i bajarên kurdan şaredarî ji aliyê qeyûm û feraseta wan ve tên birêvebirin. Zîhniyetek yekperest e. Li cihek wisa ku zîhniyetek yekeperest heye mirov nikare besha demokrasiyê bike. Têkoşîna me jî têkoşîna demokrasî û kedê ye. Werin em hemû bi hev re têkoşîna ked û demokrasiyê bidin.” 
 
Temellî bal kişand ser rewşa bi deh hezaran kesê bi KHK’yan hatin îxrackirin û xwest her kes vegere karê xwe û mexdûriyeta çêbûye bê çareserkirin. 
 
‘WÊ BIBE DESTPÊKEK’ 
 
Temellî bi bîr xit ku demek kin ji hilbijartina herêmî re maye û wiha dewam kir: “Ev hilbijartina ji bo gavavêtina demokrasiyê girîng e. Ji ber vê yekê îtîfaqa civakî gelek girîng e. Tenê em ê şaredariyên xwe paş ve nestînin. Di mijara demokrasiyê de em ê gavên bi hêzdar biavêjin û bersiva herî xurt bidin vê feraseta yekperest. Ji bo bidawîkirina vê ferasetê dê bibe destpêkek. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk wê xebatên mezin bên kirin. Em ê bi têkoşîna sendîkayan re xetimandina li pêşiya demokrasî û aştiyê bi hev re çareser bikin.” 
 
‘WÊ REJÎMA YEK ZILAMÎ TARÛMAR BIBE’ 
 
Piştî Temellî, Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Erdal Bozkurt jî axivî û destnîşan kir ku bi li şaredariyên qeyûm hatine tayînkirinê hezar û 700 endamên wan j inan û karê xwe bûne û got: “Tekane hincet ew e ku ev hevalên me endamên sendîkayê bûn e. Qeyûmn li Amed û Wanê dest pê kir, lê hin deverên din jî heman rêbazî pêkanî. Van pêkanînên hanê heta îro li tu deverî nehatiye dîtin. Bila ev baş bê zanîn ev yek bêhiqûqî ye û kêfîbûnek micid e.”
 
Bozkurt têkildarî hilbijartina herêmî jî got: “Divê em bi siyasetê re karek hevpar bikin. Çimkî bendewariya civakê jî ev e. Rêya çareseriya vê jî ew e ku ew şaredarî carek din radestî vîna gel bê kirin. Dema hêzên demorkatîk bên gel ehv li hember wan kî hebe jî dê têk biçe. Hilbijartina li pêşiya me xwedî wateyek wiha ye. Dema em bên ba hev dê rejîma yek zilamî tarumar bibe.” 
 
‘MUXATAB ÎMRALIYE’ 
 
Temellî bersiva pirsên rojnamegeran a banga duh li Meclîsê kir da û got: “Ev banga îtîfaqekê nîne. Tişta vê dethilatdariyê heta îro kiriye li holê ne. Li gel niyetên pêvajoya çareseriyê desthilatdariyek bi plana têkbirinê xist dewrê heye. Peyamek min ji bo civaka Tirkiyeyê çêbû. Îro şerek li holê heye. Ji bo ev şer bi dawî bibûya gavên di pêvajoya çareseriyê de hatin avêtin gelek girîng bûn. Civakê tecrûbeyên gelek girîng ji vê pêvajoyê derxist. Dema em li vê yekê dinêrin jî muxatab Îmraliye. Dema hûn bi Îmraliyê re li maseyê rûniştin derket holê ku li welêt gavên aştiyê li pêş dikevin. Desthilatdarî xwe li ser şer birêve dibe. Divê em dawî li feraseta vê desthilatdariyê bînin. Di vî warî de jî têkoşîna aştiyê girîng e. Heke aliyên şer hevdîtinan bikin dê muxatab hevdîtinê bikin. Nehatiye dîtin ku yên nebin muxatab şer bê bidawîkirin. Ji ber vê ye ku min navnîşan Îmraliyê da nîşandan. Em jî wek partiyên siyaseta demokratîk di parlamentoyê de neçarin piştevaniya pêvajoyek wiha bikin.” 
 
Piştî axaftinan civînê ji rojnamegeran re girtî dewam kir.