Ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê bang

img
WAN – Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Wanê, ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya di 25’ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin, bang kir.
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, di daxuyaniya lidar xist de,  banga tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya di 25’ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin kir. Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrta Serisaç û Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede tevlî civînê bûn. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Wanê Bedran Bedran, di civînê de axivî û wiha got: “Di têkoşînê de hebûna ciwanan pir girînge. Ji salên 68’an heya Geziyê û ji Geziyê jî heya Kobanê ger ciwan tunebûne, dê têkoşîn evqas mezin ne bûya. Di her qadên jiyanê de, ciwanên xwedî vîn, keyf xweş û biryardar hene.”
 
DENGÊ BERXWEDANA CIWANAN 
 
Bedran, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Wanî kir ku beşdarî Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya di 25’ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin, bibin.