Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e

img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Pervîn Buldan diyar kir ku tekane rêya çareseriya krîza li welêt komara demokratîk e û got: “Em dibêjin komara demorkatîk û ji bo vê jî em têdikoşin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna heftane ya meclîsê de têkildarî mijarên di rojevê de axivî. Buldan di destpêka axaftina xwe de kedkarê çapemeniya azad Mamoste Kadrî Kaya yê duh li nexweşxaneya Îzmîrê jiyana xwe ji dest da û îro li Amedê hat veşartin bibîr anî û ji malbat û hempîşeyên wî re sersaxiyê xwest. 
 
Buldan têkildarî salvegera 95’emîn a damezrandina Komarê jî got: “Jê re ‘Komar’ teê gotin lê demokrasiya gel, edalet û azadî têde nîne. Salvegera pergala yekperestiyê bû. Xwezî komarek ku her kesî xwe di hundirê wê de bidîtabûya.”
 
'KOMARA ÎRO KOMARA KU GULE BERDIDE ZAROKÊN 11 SALÎ' 
 
Buldan anî ziman ku polîtîkaya sed sal berê çibû îro jî heman polîtîka tê birêvebirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgehên Îstîklalê yên yên piştî avakirina komarê hatin avakirin îro bi rêbazên cuda didmin. Hiqûq di bin serdestiya desthilatdariyê de ye. Nasname, ziman, çand û bawerî carek din tên tune hesibandin. Komkujiyên li Dersim û Zîlanê li Gazî û Roboskî domiya û îro li Sûr, Cizîr û Nisêbînê pêk tê. Êşa li Sûr û Cizîrê hemû êşên 95 salan şopand. Komar îro guleya li bedena zarokên 11 salî Berkîn Elvan û Ugur Kaymaz dikeve ye. Komara îro zilma li dijî Dayika Sîsê ya 76 salî a li pişt hesinên zengar girtî ye. Pirsgirêkên 95 salan îro xwe dubare dikin û didome.” 
 
‘EV KOMAR BI ARÎZE YE’ 
 
Buldan bal kişand ser sonda xwendekaran û got: “Ev komar bi arîze ye. Ji her deverê wê pirsgirêk difûrin. Niha jî sonda nijadperest tê nîqaşkirin û ev jî manîdar e. Ev feraset jî xuya dike ku welatê me bi pergala yekperestî tê birêvebirin.” 
 
‘EM PIR IN  Û PIR NASNAME NE’ 
 
Buldan destnîşan kir ku pergala redkar bi xwe re serhildan û berxwedanê jî aniye û wiha got: “Ev sedsalek e înkar tune ye û li dijî vê jî her tim berxwedan heye û xelas nebû. Nikarin me tune bikin. Bi ser neketin. Her ew bûn asteng me astengiyan şikand. Her ku wan me ji holê rakir û tune kir, lê em pirtir bûn û em pirtir jî dibin. Wan bi yek nasnameyê girt me jî got ‘gelek nasname û em pirr in.’ Em ê vê sedsalê veguherînin sedsala azadiya gelan.” 
 
‘OCALAN DI BIN TECRÎDÊ DE YE’ 
 
Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Ji bo ku Birêz Ocalan hêvî da gelan û dide gelan tê tecrîdkirin. Poltîtîkaya tecrîdkirinê didome. Komarê kirin e komarek tecrîdê. Her kesî xistine bin tecrîdê. Birêz Ocalan dixwaze bi manîfestoya komara demokratîk tevahiya gelên Rojhilata Navîn demokrat bike û aştiyê li nav şên bike. Birêz Ocalan teklîfa demokratîkbûnê da pêşiya kesê welat birêve dibin, lê niha ev proje di bin tecrîdê de ye. Tecrîd tenê li ser birêz Ocalan e tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Her kesê dibêje komara demokratîk lazim e li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.”
 
‘KOMARA QEYÛMAN’ 
 
Buldan da zanîn ku qeyûm vîna gel tune dihesibînin û ev tişt anî ziman: “Li aliyekî hemû baweriya gelan aştî û azadiyê tecrîd dikin û li aliyekî din jî bi qeyûman vîna bi milyonan kes îpotekê datînin ser. Kurtahiya polîtîkaya komarê ya xwe dispêre red û înkarê ev e. Dixwazin bi xespkirina vîna gel komarek qeyûman ava bikin. Polîtîkaya tirkkirinê ya salên 1930’an îro bi destê qeyûmên AKP’ê pêk tê.” 
 
‘KESEK JÎ BIMÎNE WÊ EV TÊKOŞÎN DEWAM BIKE’
 
Buldan pêla operasyonên binçavkirin û girtinan ên li dijî HDP’ê jî rexne kir û got: “AKP fêm kir ku dê winda bike niha jî êrîşî partiya me dike. Xwedîgiravê dê bi van operasyonan vîna gel têk bibe. Hêjî tiştek fêm nekirine heye. Ji vî gelê tenê kesek bimîne jî wê ev berxwedan û têkoşîn bidome. Tevî hemû zilm 3u zextên we dê gel li ber xwe bidin û bi ser bikevin.” 
 
‘HILBIJARTINA HERÊMÎ JI HER DEMÊ BÊTIR GIRÎNGTIR E’
 
Buldan der barê hilbijartina herêmî ya nêz dibe de jî wiha got: “Ev hilbijartina herêmî ji bo siberoja gelê me ji her demê bêtir grîngtir e. Divê em li dijî kesên dubendiyê dixe nav me, nasname, ziman û çanda me tune dike û vîna me tune dihesibîne em xwe bikin yek. Em hemû bi hev re kerpîçek deynin lêkirina dîwar. Em xwe bi xwe birêve bibin.” 
 
‘ÎTÎFAQA LI DIJÎ KURDAN E’ 
 
Buldan îtîfaqa AKP-MHP wek “Îtîfaqa li dijî kurd û rantê” pênase kir û got: “Her çiqas di navbera wan de pirsgirêk bê dîtin jî lê ev îtîfaqa qirêj didome.”
 
DAYIKÊN ŞEMIYÊ Û CENAZEYÊ NAYÎN DAYÎN 
 
Buldan bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ku hat qedexekirin û wiha dewam kir: “Bifikirin ev komar komarek wiha ye ku destûr nade çalakiya herî rewa ya Dayikên Şemiyê. Nahêle ku li aqûbeta windayên xwe bipirsin. Komarek ku nahêle dayik bigîhîjin hestî û gorên zarokên xwe. Nahêlin ku şîna zarokên xwe bikin. Dayikên Şemiyê rastiya vî welatî ne. Feraseta ku çalakiya dayikan qedexe dike îro jî goran rûdixîne û cenazeyên bi sedan mirovan nade malbatên wan. 
 
KUJER LI KU NE?
 
Êrîşa nijadperest a li dijî cenazeyê dayika Aysel Tugluk ku ew ji goristanê derxist, encama siyaseta mirinê ya vê rejîmê ye. Di tevahiya dîrokê de hemû civak li hember cenazeyan rêzdar tevgeriyane. Merasîmên cenaze bi qasî dîroka mirovahiyê girîng in.  Lê em bi pêkanîneke dijmirovî ya li dijî kurdan rûbirû ne.  Di 19'ê Kanûna 2017'an de li Bedlîsê hestiyên aîdê 267 cenazeyan ji goristanê hatin derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.  Em dixwazin ji vê îktîdar ku li ser navê ol îfade dike bipirsin; Derxistina hestiyên mirovan ji gorê li gorî kîjan bawerî û ehlaqî ye?  Di ser re 10 meh derbas bûn tenê hestiyên  du kesan dan malbatên wan.  Lê eqûbeta hestiyên 265 kesên din ne diyar e. Ev hestî li ku ne?  Çima nadin malbatên wan?
 
Li vî welatê ku hîn hestiyên kesên winda nehatine dîtin, Erdogan bi rojan e di ser bûyera Kaşikçi re li cîhanê îtîbarê bazar dike.  Bahsa ku ew ê bûyerê ronî bike dike, lê eqûbeta rojnamegerên ku hatin kuştin û em dixwazin ku bipirsin derbarê van de tiştekî hin bibêjin û polîtîkaya we ya ku we nemeşandiye em dixwazin bipirsin. Kujerên Musa Anter Hafiz Akdemîr, Metîn Goktepe û Kadîr Bagudyan li ku ne?
 
EW Ê BI ŞERMÊ BÊN BIBÎRANÎN
 
Em dixwazin biprsin ku fermana êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê ji aliyê kê ve hatiye dayîn .Em bang li Erdogan ê ku dibêje ez bûyera Kaşikçi ronî bikim dikin û dibêjin ger ku cesareta te heye kiriyarên ne diyar derxîne holê û darizîne.  Ger ku hûn arşîvên dewletê vekin hûnê bibînin ku kê li ku çi kiriye. Kesên ku li ser miriyan zilm kirine ew ê di nav rûpelên dîrokê de bi şerma ku kirine cihê xwe bigirin."
 
'AKP JI BO NEÇARESERIYÊ TEVDIGERE' 
 
Buldan bal kişand ser êrîşên TSK'ê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê jî û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê, ji bo ku çareserî li Sûriyeyê pêk neyê tevdigere.  'Dibêjin em ê Kobanê bi erdê re bikin yek û tehdît dikin. Piştî wê jî DAÎŞ careke din dikeve dewerê. Ji vê armanc çi ye? Armanc kûrkirina şerê li Sûriyeyê ye û bê îradehiştina kurdan e.  Lê em dixwa em dixwazin bibêjin ku AKP ji bo hêzên navnetweyî ji bike amûrê lîstika xwe ji ji dest tê dike."
 
1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ 
 
Buldan wiha berdewam kir: "1'ê Mijdarê  Roja Cîhanê ya Kobanê ye. Li ser banga kesên ku akademîsyen û nivîskar jî di nav de hebûn ev roj hat îlankirin.  Şerê li Kobanê bi bedeldayîna kurdan û bi serkefitina wan cihê xwe di dîrokê dee girt. Kurd û gelê herêmê ew ê tevî we, li ser axa xwe azadiya xwe bi dest bixe."
 
'RÊYA ÇARESERIYÊ KOMARA DEMOKRATÎK E' 
 
Buldan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Çareseriya krîza li Tirkiyeyê demokratîkbûna komarê ye. Ger ku demokrasî pêk neyê wê ev krîz sed salnê din jî berdewam bike .Divê ku komar bê demokratkirin û yekperestî bê bidawîkirin. Divê ku makeqanûneke ku amfê hemû gelên li Tirkiyeyê di nav xwe de dihewîne û diparêze bê parastin. Pergala parlamenteriyê bê bihzkirin û bê demokratîkirin. Ji ber vê em dibêjin komara demokratîk û li ber xwe didin.  Heta ku HDP hebe hêvî jî heye, HDP hebe raperîn heye. "