‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'

img

AMED - Parlementera HDP'ê Nûran Îmîr, destnîşan kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Ocalan, sîgortaya îstikrarê ya Tirkiyeyê ye." 

Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin. Her wiha Heyeta Îmraliyê jî ji 5'ê Nîsana 2015'an ve malbat jî ji 11'ê Îlona 2016'an ve nikare hevdîtinê bi Ocalan re çêbike. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, destnîşan kir ku 19 sal in Ocalan li Îmraliyê dîl hatiye girtin û bi awayekî sîstematîk tê tecrîdkirin. Îmîr, got divê dawî li tecrîdê bê. 
 
Îmîr, anî ziman ku armanca sereke ya komploya navnetewî ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, polîtîkaya dîlgirtinê ya gelan e. Îmîr, diyar kir ku bi vê komployê hêzên emperyal ên dixwazin ji nû ve Rojhilata Navîn dîzayn bikin û ji bo rê li ber aştî û jiyana bi hev re ya gelên Rojhilata Navîn bê girtin Ocalan dîl girtin. Îmîr, bi bîr xist ku bi hezaran kes ji bo xwedî li paradîgmaya Ocalan derkevin agir berdan bedena xwe û li Tirkiye û gelek deverên cîhanê kurdan bi helwesta xwe komplo pûç kirin. 
 
TECRÎD LI SER TECRÎDÊ 
 
Îmîr, anî ziman ku kurd û hêzên bi wan re îtifaq çêkirine, li hemberî siyaseta înkar û îmhayê ji bo nasname û statuya xwe têdikoşin û got: "Di vê têkoşînê de em bi binçavkirin, girtin, qirkirinên siyasî, şewitandin û rûxandina bajaran, koçberiyê û girtina bi deh hezaran mirovî û dîlgirtina temsîliyeta hatiye hilbijartin re rû bi rû ne. Bi taybetî jî di şexsê Birêz Ocalan de gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê di nav tecrîdê de tên etcrîdkirin. Di israrkirina tecrîdkirina Ocalan de tê dîtin ku hêzên emperyal dixwazin ji nû ve alozî û şer li Rojhilata Navîn bidin destpêkirin û kûrtir bikin."  
 
SÎGORTAYA ÎSTIKARARÊ YA TIRKIYEYÊ 
 
Îmîr, diyar kir ku divê hemû derdor vê pêvajoyê rawestînin û got: "Birêz Ocalan, sîgortaya îstikrarê ya Tirkiyeyê ye. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn ji bo aştiyê xwedî rol û mîsyoneke pir girîng e. Loma Birêz Ocalan ji bo jina kurd, ji bo hemû gelên bindest û gelên bi awayekî sîstematîk tên asîmlekirin hêvî ye. A rast ew qeyd û tecrîd li wê hêviyê hatiye xistin." 
 
Îmîr, anî ziman ku di pêşketina têkoşîna jina kurd de rola Ocalan mezin e û got: "Em deyndarê vî mirovê zana ne ku gel û cudatiyan diparêze û tîne cem hevdu. Di serî de divê jin xwedî li Birêz Ocalan derkevin. Divê em zanibin pêşeroja me û azadiya me bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Heta Birêz Ocalan azad nebe, dê ev civak azad nebe." 
 
MA / Esra Solin Dal