Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê

img
WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, qeydên dengan ên hevdîtina rişvetê ya Qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat kirin, ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu pirsî.  qeydên 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, bûyera rişvetê ya Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku Ajansa Mezopotamya (MA) bi nûçeya “Li Şaredariya Mezin dibin navê ‘Bexşîna Vansporê’ çerxa rişvetê” servîs kir, ji Wezîrê Karê Hûn dir Suyleyman Soylu pirsî.  
 
Sarisaç ê HDP’î, di pirsnameya da de bal kişand ser nûçeya ajansê ya hatibû weşandin û xwest rastî derbikeve holê. 
 
'GELO DERBARÊ RIŞVETÊ DE LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN?'
 
Sarısaç di pirsnameya da de, ev pirs ji Soylu kirin: “
 
* Gelo li Şaredariya Mezin dibin navê ‘Bexşîna Vansporê’ de rişvet xwestin rast e? Ev pêkanîn daîmiye?  
 
*Gelo hûn pere xwestin ji welatiyan weke rişvet dibînin an na? 
 
* Alîkarê Sekreterê Giştî yê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Ulker Cem Kaplan ji bo arazî ji Mehmet Nûrî Bozkur 150 hezar TL xwestiye. Gelo ev raste? Derbarê mijarê de qet agahiya we çêbû? 
 
*Li gorî qeydên dangan Walîyê Wanê jî dinava vê pêkanîna rişvetê deye. Gelo we derbarê wî de tu lêpirsîn verin?