Kaya: Leyla Guven bi awayekî jinane berxwdana xwe didomîne

img
WAN - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û diyar kir ku di nav çar dîwaran de bi awayekî jinane berxwedana xwe didomîne û li hemberî rejîmê meydanê dixwazê. 
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 21'an de ye. 
 
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bal kişand ser bêhiqûqîtiya Leyla Guvenê pê re rû bi rû dimîne û çalakiya greva birçîbûnê. 
 
'GUVEN LI HEMBERÎ REJÎMÊ MEYDANÊ DIXWAZE'
 
Kaya got: "Jin çawa di dîrokê de tim bi hebûna xwe, bi wijdan, helwest, bexwedan û jinantiya xwe li hemberî tarîtî, nefret û şidetê dev ji sekna xw ebernedaye, niha li welatê me jî vê berxwedana xwe didomîne. Serîrakirina jinan a li hemberî zilmê, şidet, nefret û çanda lînckirinê ji aliyê vê rejîmê û ferasetê wekî talûkeyeke mezin tê dîtin. Loma herî zêde bi şidetê bi ser jinê de diçe." 
 
Kaya, diyar kir ku Leyla Guven tenê ne ji ber HDP'î ye nayê berdan û got: "Her wiha ji ber berxwedêrî û helwesta xwe ta ku atwiz jê nade jî. Niha di nav çar dîwaran de ye û li zindanê bi çalakiya xwe li hemberî vê rejîmê meydanê dixwaze. Bi awayekî jinane berxwedana xwe û helwesta xwe didomîne." 
 
Kaya, diyar kir ku tevî Leyla Guvenê girtina Fîgen Yuksekdag, Aysel Tûglûk, Çaglar Demîrel, Sebahat Tûncel û Gultan Kişanaekê tê wateya şideta li qada polîtîka a li hemberî jinê. 
 
‘TECRÎD, PRATÎKA ŞIDET Û NEFRETÊ YE' 
 
Kaya, bal kişand ser polîtîkaya tecrîdkirinê jî û diyar kir ku tecrîd darbeya herî mezin a li hemberî jiyan, hebûn, mafê bênhstendin û muameleya wekheviyê ya mirovekî ye û pratîka nefret û şidetê ye. Kaya got: "Leyla Guven di şexsê xwe de bi çalakiyekê li hemberî vê polîtîkaya şidet û tecrîdê dertê."