Ozsoy: Bandora piştgiriyên zêde yên ji bo kurdan çêbibe

img
AMED - Cîgirê Hevserokê Giştiyê yê HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy, diyar kir ku li qada navneteweyî piştgiriyeke tu demê çênebûye ji bo kurdan çêbûye û dê bandora vê yekê çêbibe.
 
Cîgirê Hevserokê Giştiyê yê HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy, li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê ya Amedê bi rojnamegeran re hat gel hev û têkildarî polîtîkaya derveyî welat nirxandinan kir. Ozsoy, bi bîr xist ku bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera dagşirkirinê daye destpêkirin û wiha got: "Ji bo ku xwe ji krîza aborî û pirsgirêkên welat rizgar bike, Tirkiyeyê êrîşeke dagirkeriyê li dijî Sûriyeyê pêk aniye. Ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve tê diyarkirin ku Esad ji êrîşa Tirkiyeyê sûd wergirtiye û tiştên ku Erdogan xwestiye pêk nehatine. Tirkiye kesên ji şerê navxweyî yê Tirkiyeyê mane li hev koriye û di êrîşên li dijî kurdan de bi kar tîne."
 
'TIRKIYE HAT XETA ESAD'
 
Ozsoy, bal kişand ser gefên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên dijî welatên Ewropa ku bi penaberan dike û ev tişt anî ziman: "Erdogan bi mijara penaberan Ewropayê dîl girtiye. Ewropa penaberan weke pirsgirêka têr xwarinbûnê dibîne. Li wir bûye pirsgirêkeke siyaseta navxweyî. Ewropa neçare ku vê rewşê çareser bike. Gelek pêşniyar û têkiliyên me bi Ewropa re çêbûn. Têkildarî vê pirsgirêkê hevdîtinên me bi Amerîka, Rûsya û Misrê û gelek welatên din re hene. Tirkiyeyê, bi pêşniyara herêma ewle, li dijî Sûriyeyê tevgereke dagirkeriyê da destpêkirin. Zorê hewl dan herêmeke ewle ava bikin. Mijara herêma ewle piştî biryara YAŞ'ê, bi vexwendina fermandarên nû ya Amerîkayê derket holê. Ev hevdîtin pêk hatin û di van hevdîtinan de lihevkirin çêbû û lê Erdogan vê lihevkirinê rexne kir. Bes nedît. Heke firsendê bibînin di serî Kobanê dê êrîşî tevahiya Rojava bikin. Di rastiyê de Tirkiye, projeya Esad û Sûriyeyê didomîne. Hemû hêzan komî ser hev dike û êrîş dibe ser kurdna. Tirkiye hatiye xeta Esad."
 
'DIBE KU AMERÎKA HÊZÊN XWE HEMÛYAN VEKIŞÎNE'
 
Ozsoy, destnîşan kir ku di mijara Sûriyeyê de helwesta raya giştî ya navneteweyî girîng û ev tişt got: "Dibe ku Serokê Amerîka Donald Trûmp hêzên xwe hemûyan ji Iraq û Sûriyeyê vekişîne. Ji ber ku bertekên navnxweyî yên li dijî vê yekê hene dibe ku di paş de jî gav bavêje. Amerîka di nav hewldana astengkirina hevdîtinên Esad û kurdan de ye. Kurd û Esad neçarin li hev bikin. Daxuyaniyen Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) û Esad hene. Hema bibêje hemû hêzên navneteweyî di nav vî şerî de ne. Di vê miajrê de kurd li qonaxeken pir girîng in. Di hemû pirsgirêkan de di asta diyarker de ne. Heviya me ya ji hêzên herêmî û navneteweyî avakirina civakeke nû ya Sûriyeyê ye." 
 
 
‘LI ÎRANÊ WEHŞET HEYE’
 
Ozsoy, bi lêv kir ku ji bo yekitiya kurdan xebateke zêde tê meşandin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Di demeke nêz de dê heyetek biçe başûrê Kurdistanê. Têkoşîna li Kurdistana Îranê û li deverên din nabe yek. Dîmen hê nû tên. Li wie wehşetek heye. Pergala zordest û krîza aborî hêrsa gel zêde kişriye. Wisa xuya dike ku ev rewş demeke dirêj bidome.  Di qada navneteweyî piştgiriyeke tu demê çênebûye ji bo têkoşîna mafdar a kurdan çêbûye û dê bandora vê yekê çêbibe."