Oluç bersîv da Soylu: Tayînkirina qeyûman dijminantiya Kurd e

img
ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bersîv da daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu yên der barê şaredariyên HDP'ê de û got: "Armanca sereke ewe ku vîna gel xesp bikin. Nehesibandina vîna gel û tayînkirina qeyûman a li şûna vîna Kurdan armcna dike ku rejîma nû ava bikin e." 
 
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, li gel Hevşaredara Seravê ya Wanê Caziye Duman li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, di civînê de bersîv da daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya di civîna Komîsyona Plan û Buçteyê de têkildarî Şaredariya Seravê axivî bû. Soylu, der barê Şaredariya Seravê de gotibû. “Fermanê ji Cemil Bayik distînin" got bi lez fatûrayan bidin. 288 hezar lîra 314 hezar lîra bû. Fatûra heye kar tune ye." 
 
Oluç, bertek nîşanî daxuyaniyên Soylu da û got: "Daxuyaniyên wî bê bingeh e. Îro Hevşaredara me ya Seravê Caziye Duman ku ji peyvirê hatiye avêtin li gel me ye. Hemû fatûrayên di serdema xwe de bi xwe re anîne. Gotinên Suleyman Soylu di vê mijarê de tu carî rastiyê nîşan nade. Em dikarin hemû fatûrayan yek bi yek parve bikin. Ev fatûra hemû di serdema Şaredariya Qesrê de hatine birîn. Li hemberî kijan fatûrayê çi kar hatiye kirin pir aşkere ye. Hevşaredara me Caziye Duman ji roja 31'ê Adarê heta ji peyvirê hat girtin bi giştî 5 mehan hevşaredarî kir. Wê demê Qeyûm 2 mîlyon û 700 hezar tl deyn li pey xwe hişt. 
 
Oluç, anî ziman ku ev deyn mehan 80 hezar tl ji aliyê Banga Bajaran ve hat qutkirin. Dîsa mehê 190 hezar lêçûna personel heye. Mehê nêzî 500 hezar TL lêçûna şaredariyê heye. Her meh hatin û çûn xistine bin qeydan. Her tişt diyar e. Dîsa ji bo 300 malbatan xaniyan ava bikin, malzeme hatiye kirîn. 300 malbatan bi daxwazname serî li wan daye. 
 
Oluç, destnîşan kir ku faturayên orjinal jî li cem wan heye û 288 314 tl raqam derxistine û wiha got: Tewez hêjmarek wisa tune ye. Reqemên bê esil dane wezîr. Bi taybetî der barê qeyûmên piştî 2016’an de hatin hatin dayînkirin gelek fatura di destê me de  hene. Ev aşkere dijminantiya kurdan dike."