Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir

img

ENQERE - Ji bo Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir hatin hilbijartin. 

Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de, Hevserokên Giştî yên nû diyar bûn. Di kongreya li Salona Konferansê ya Navenda Bazirganî ya Cîhanê hat lidarxistin de, Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. 
 
'EM Ê JI XETA XWE TAWÎZ NEDIN'
 
Hevserokên Giştî yên DBP'ê piştî hatin hilbijartina derketin ser dikê û beşdarvanên kongreyê silava kirin. Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, di axaftina kir de wiha got: "Emê berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin. Îro li ser Kurdan şerekê pir qirêj heye. Lê emê ji bo gelê xwe, ji xeta xwe tawîz nedin. Em li Rojhilata Navîn û Kurdistanê di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Ji ber vê divê li her 4 parçeyên Kurdistanê em yekitiya xwe ava bikin. Gelê me vê yekê ji me dixwaze. Emê bi ser bixin. Wê dawî jî bi heybet be."
 
'TIŞTA JI DESTÊ EM WERE EMÊ BIKIN'
 
Hevserok Keskîn Bayindir jî, bal kişand ser êrîşên li dijî kurdan û wiha got: "Li ger kurdan zextên mezin hene. Emê jî li gorî vê têkoşîna xwe dewam bikin. Em baş dizanîn ku barê me girane. Ji îro û pêve emê ala hevalên xwe bi bilindayî liba bikin. Hesreta yekitiya neteweyî ya gelê kurd heye. Emê vê weke bawerê hildin ser milên xwe. Ji bo ku em yekitiya neteweyî pêş bixin, tişta ji destê me were emê bikin."