Uca: Berpirsiyarê êrişa li dijî Êzîdiyan dewlet e

img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Feleknaz Uca, diyar kir ku berpirsiyarê êrîşa li dijî êzîdiyan a Êlihê dewlet e û wiha got: “Li vî welatî ger ku li gel biryara darazê Êzidî rastî êrîşê tên, wê demê divê dewlet demek berî demekê berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknaz Uca, têkildarî êrîşa li dijî êzîdiyan û Cejna Êzidiyan li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Uca, anî ziman ku Cejna Êzidî, nirxê bingehîn ê baweriya civaka Êzî ye û wiha got: “Civaka Êzîdî di îbaretên xwe de ewil ji bo 72 milletan û piştre ji bo xwe dua dikin. Li gorî bawrî û çanda xwe ya olî tundiyê nas nakin û di nava wan de tundî tune ye. Lê ji ber nasnameya baweriya êzîdî, ziman û çanda Kurdî rastî tundiyê tên. Heta niha 73 caran rastî fermana komkujiyê hatine. DAÎŞ’ê di 3'ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî êzîdişan komkujî pêk anî. Di êrîşê de bi hezaran êzîdî rastî komkujiyê hatin. Îqtîdara AKP'ê nikare sedema ku DAIŞ bi hêsanî di nava axa wan de digere aşkere bike. Têkildarî vê mijarê me gelek pêşniyar û pirsname da meclîsê. Lê hemû bê bersîv hatin hiştin. Ji bo ev êrîş wekî komkujî bê naskirin me di sala 2018’an de wekî teklifa qanûnê da meclîsê. Êzîdî li Şengalê tevî hemû êrîşan dîsa jiyana xwe ava kirin. Meclîsa jinê û ciwanan ava kirin. Hêza xwe ya parastina cewherî ava kir. 
 
‘ÊZÎDÎ NIKARIN CEJNA XWE LI SER AXA XWE PÎROZ BIKIN'
 
Uca, bal kişand ser cejha Êzîdiyan û wiha got: "Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Êzîdiyên li Sûriyeyê berdewam dike. DAÎŞ hêj sûcê mirovahiyê dike. Niha hemû Kurd, Êzidî, bawerî û civakên cuda yên li Rojava dijîn di bin dagirkerî û êrîşan de dijîn. Gelê Êzîdî yê rastî dehan komkujî hatiye, ji ber van êrîşan li welatên Ewropa, Rusya, Gurcistan û Ermenistanê bi cih bûn. Dîsa heta Amerika Avusturalya û Kanada belav bûn. Êzidîyên ku neçar man koçber bûn nikarin îbadeta xwe li ser axa xwe bikin. Gelê Êzîdî nikarin li ser axa xwe cejna xwe pîroz bikin. Yên ku dixwazin vegerin axa xwe, axa wan rastî dagirkerî û xespê hatiye. 
 
Uca bal kişand ser êrîşa li gundê Kelhokê û wiha bi dawî kir: “Êrîşa li dijî êzidîyan mixabin ne tenê bi gundê Kelhokê bi sînor e. li Wêranşar, Midyad û gelek cihên din jî civaka Êzidî, Korixê, Texerî, Hacrê Mezra Êzidîya, li Nisêbîn û cihê din êzîdî rastî êrişan tên. Ger ku li vî welatî Êzidî rastî êrîşan tên sedema wê dewlet e. Ger ku li ruxmê darazê dîsa rastî êrîşan tên, dewlet berpirsiyarê vê yekê ye. 
 
Uca, daxuyaniya xwe bi duaya Êzîdiyan bi dawî kir.