Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne

img
ENQERE  – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku dê tevgera Idlibê bidome û got: "Eger ji sînorê ku Tirkiye diyar kiriye demek berî demekê hêza xwe venekişînin dê serê wan li ser milê wan nebîne." 
 
Rageşiya di navbera rejîma Sûriyeyê û hikûmeta Tirkiyeyê ya li Idlibê de her ku diçe zêde dibe. Rejîma Sûriyeyê piştî ku bi hevkariya Rûsyayê bi balafiran li eskerên TSK'ê xist û 36 keskeran jiyana xwe ji dest dan, rageşiya di navbera Tirkiye û Rejîmê de zêde bû. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulûsî Akar diyar kir ku wan ‘Tevgera Mertala Biharê’ daye destpêkirin. Li bendê ye ku di 5'ê Adarê de Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokamarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan li Moskovê bicivin. Erdogan di civîna Meclîsa Şêwirmendiya Bajar a AKP'e de axivî û bal kişand ser mijarên dawî. 
 
Erdogan ji Putîn xwest ku agirbestê îlan bike û wiha got: “Ez careke din bang li Rûsya û Îranê dikim, li Sûriyeyê derdê me bi we re nîne. Gefa êrîşê ya li dijî noqteyên me yên çavdêriyê ku piştî bûyerên qewimîn hîn jî tên xwarin. Ev jî nîşan dide ku aqlê xwe neanîne serê xwe. Heke hêzên rejîmê di demekî herî kin de li sînorên ku Tirkiye diyar kirine venegerin, dê serê wan li ser milê wan nemîne.  Yên ku eskerên me dikin hedef dê ser û bin bibin."  
 
Erdogan, bang li Îran û Rûsya jî kir û got "Li Sûriye tu karê me bi we tune ye. Niha Ewropa ji mere dibêjin 'Deriyê xwe venekin'  Niha dibêjin deriyan bigirin. Ew êdî qediya. Niha bombeyên gazê davêjin wan û dixwazin wan paşve vegerînin. 
 
Erdogan Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî kir hedefa xwe û wiha got: "Me ji Selçûkiyan heta Osmaniyan şehît dan em amade ne şehîdan bidin. Gazî Mustafa Ataturk li Çanakkaleyê ji eskeran re digot ‘Ez fermanê didim we ku hûn bimirin.' Tu ji paşeroja partiya xwe bê xeber e. Bay Kemal, lê tu şehadetê nizane. Tu şehîdan nizane."