Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a têkildarî krîza li Idlibê dest pê kir. 
 
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo krîz ango şerê li Idlibê rû dide çû paytexta Rûsyayê Moskovayê û li gel Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtin pêk tîne. Hevdîtina Erdogan û Putîn bi peyamên kurt ên ji bo çapemeniyê dest pê kir. Piştî van peyamên kurt civîna Erdogan û Pûtîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.