Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî rêya sêyemîn e

img

AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk da zanîn ku pêşniyaza “Rêya Sêyem” a Ocalan tekane rizgariya gelan e û got: “Polîtîkayên ewlekariyê pirsgirêkan kûr dikin. Çareserî rêya sêyem e.” 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, peyama “rêya seyemîn” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, krîza Sûriyê û dorpêçkirina Mexmûrê ji ajansa me re nirxand. 
 
Ozturk got piştî 8 mehan bi Ocalan re hevdîtin pêk hat lê tecrîtkirin didome. Ozturk bal kişand ser krîza hem li Tirkiyê hem jî li Rojhilat Navîn û got: “Ji bo çareseriya van pirsgirêkan û krîzan rêberek ku rola çareseriyê dikaribe bileyîze hebe ew jî Birêz Abdullah Ocalan e. Dinya hemû rol û mîsyona Birêz Ocalan a ji bo çareserî û aştiyê dizane. Ji ber vê yekê tenê ne kurd tên tecrîtkirin gelên Tirkiyê hemû tên tecrîtkirin.” 
 
‘HEKE PÊŞNIYARÊN OCALAN PIŞTGUH NEKIRINA…’ 
 
Ozturk pêşniyaz û tespîtên Ocalan ên berê û niha yên ji bo çareseriyê bi bîr xist û wiha got: “Heke fikr û ramanên Ocalan ji aliyê îqtîdarê ve nehatine piştguhkirin dê îro gelên Tirkiyê ne di van şertên zor de bûna. Me yê îro behsa Tirkiyek cudatir bikira.” 
 
RÊYA SÊYEM 
 
Ozturk destnîşan kir ku ji damezrandina Komara Tirkiyê heta îro nêzîkatiya li dijî pirsgirêka kurd neguheriye û wiha domand: “Her çiqas partî cuda bûbûn jî lê nêzîkatiya wan heman nêzîkatî ye. Rêya sêyemîn a ku birêz Ocalan pêşniyaz dike tekane rêya rizgariya gelên  Tirkiyê ye. Ev rêya pêşxistina demokrasî û azadiyan e. Bi vê re wê aştiyek bi rûmet were Tirkiyê û li dijî hemû şeran raweste. Dema piyê seyem were xurtkirin wê rewşa li Tirkiyê û Kurdistanê were guhertin. Bi taybetî jî yek ji xisûsûsên birêz Ocalan destnîşan dike jî ev yek e.” 
 
‘ÇARESERÎ LI CEM GELÊ SÛRIYE’ 
 
Ozturk bal kişand şerê Sûriyê yê li ser Rojhilata Navîn tê birêvebirin û wiha got: “Birêz Ocalan berê vê yekê tespît kiribû û wek 3’yemîn Şerê Cîhanê pênase kiribû. Divê mirov hişyariyên Ocalan bibîr bixe. Tevî vê yekê jî Tirkiye di encama polîtîkayên xwe ‘feraseta îttîhat û terakkî’ û ‘dijminahiya kurdan’ de niha li Sûriyê ye. Ev polîtîka li ser me tên sepandin. Tabloya Tirkiyê ya li Sûriyê gelek xerab e. Heke li Sûriyê çareseriyek li pêş bikeve jî ew jî girêdayî biryara gelên Sûriyê ku bide ye. Tu rewabûna Tirkiyê ya li Sûriyê nîne. Hebûna Tirkiyê ya li Sûryê jî dagirkeriye. Sedemê israra wan a li Idlibê jî dîsa dijminahiya kurdan e. Dijminahiya kurdan bloka îqtîdara AKP’ê û MHP’ê aniye asta qedandinê.” 
 
‘MUXATABÊ ÇARESERIYÊ DIYAR IN’ 
 
Ozturk da zanîn ku cihê lêgerîna çareseriyê li gel Pûtîn û Trump nîne û wiha got: “Li van her du welatan lêgerîna çareseriyê xeletiya herî mezin e. Muxatabê pirsgirêkan ne ev dewlet in. Muxatabê çareseriya pirsgirêkan gelê kurd û rêberên xwe û pêşengên xwe ne. Ji bo vê yekê rêya sêyemîn gelek girîng e. Ji ber vê yekê jî divê ev rê were xurtkirin. Alî û derdorên ji vê rêvebirina Tirkiyê nexweş e lazime li dora rêya sêyem bibin yek û li dijî vê ferasetê têbikoşe.” 
 
‘ÇARESERÎ RÊYA SÊYEM E’ 
 
Ozturk anî ziman ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirêkên din çareser nabin û got: “AKP bi rêxistinên kûr ên dewletê re li hev kiriye û bûne şirîkê hev. Ji bo berjwendiyên xwe bûne yek. Berjwendiyên gelan tune dihesibînin. Ji bo neçaresekririna pirsgirêka kurd tecrîtê girantir dikin. Berê jî ji bo pirsgirêka kurd çareser nebe di polîtîkayên ewlekariyê de israr kiribûn û xistibûn dewrê. Êrişî her alî kirin heta êrişî zimanê me jî kirin. Encam çi bû, va em dîsa li vir in. Em daxwazên xwe yên mafdar tînin ziman. Mirov li Tirkiyê nikare behsa tu tiştekî bike. Li Tirkiyê her tiştî girê dane polîtîkaya ewlekariyê. Van polîtîkayên ewlekariyê pirsgirêkên heyî kûrtir dike. Çareserî rêya sêyem e.” 
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Ozturk bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd û got: “Şansek mezin di destê kurdan de ye. Kurdan di encama bedelên giran de vî şansî bi dest xist. Kurd êdî li dinyayê tên nasîn û di rojeva wan de ne. Tenê kêmasiyek me heye. Ew jî yekîtiya me ye. Kongreya Neteweyî em dikarin di hundirê salekî de pêk bînin. Di encamê de berjwendiya netewî mijara gotinê ye. Her çiqas hêzên emperyal Kurdistan kiribin çar parçeyan jî lê hemû kurd li destkeftiyên her çar parçeyan jî derdikevin. Li ser destkeftiyên kurdan êrişên cidî hene. Çima em li dijî van êrişan seknek nîşan nadin. Heke em li ser navê kurdan siyasetê dikin, divê ji bo berjwendiya kurdan jî gotina me yek be. Gelê kurd ferman daye pêşeng û siyasetmedaran. Berpirsiyariya pêkanîna yekîtiyê li ser milê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, seyda, ronakbîr û yên kesayetên din e.” 
 
‘TIRKIYE AMBARGO DANIYE SER MEXMÛRÊ’ 
 
Ozturk bal kişand ser dorpêçkirina Kampa Mexmûrê û wiha got: “Me wek nûnerên partiyên kurd di meha sibatê de Mexmûrê ziyaret kir. Dorpêçkirina Mexmûrê dilê me dişewitîne. Ya ku vê yekê dike Tirkiye ye. Xelkê Mexmûrê hemû ji ber zilma dewletê reviyaye û li wir bi cih bûne. Çima çûn vir? Di esasê xwe de ji parçeyek din ê derbasî parçeyê din ê Kurdistanê bûn. Çûn ji xwe re li wir pergalek û jiyanek ava kirin. Tirkiye jî dixwaze êrişî vir bike. DAIŞ’ê ewilî êrişî vê kampê kir. Heke îro ambargo dewam bike jî ji ber Tirkiyê ye. Divê demildest ev mexdûriyet ji holê rabe. Tirkiye vê ambargoyê bi destê Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ev yek jî dilê me diêşîne.” 
 
CIVÎNA LI HEWLÊR Û SILÊMANIYÊ 
 
Ozturk diyar kir ku wan li Hewlêr û Silêmaniyê bi partiyên kurd, akademîsyen, nivîskar û rûspiyan re civînan li dar xistine û armanca wan a van civînên wan jî yekîtiya neteweyî ya kurd bû. 
 
MA / Mehmet Şah Orûç